Li Rojava hêza bingehîn a gelan: Xweparastin - 1

Kurdistana Rojava, di nava Kurdistana parçebûyî de ji hêla erdnîgariyê ve parçeyê herî biçûk e. Ruxmê ku ji hêla erdnîgariyê ve biçûk e jî, ruhê berxwedana ku li Kurdistanê da avakarin, erdnîgariya wê derbas kir.

Li dijî polîtîkayên rejîma Sûriyê ya erebkirinê, gelê Rojava cewherê xwe parast û bû welatê berxwedana Kurdistanê. Li dijî dagirkeran li her devera Kurdistanê ciwanên Rojava di eniya berxwedanê de cihê xwe girt.

Pêşengên Kurdan kengê ketin tengasiyê, gelê Rojava ji wan re hembêza xwe vekir. Osman Sebrî, Nûrî Dêrsimî, Bedîrxanî, Nûredîn Zaza, Cegerxwîn û Mihemed Şêxo parastin û ew hembêz kirin. Kengê partiyeke Kurdan hat avakirin, gelê Rojava destek daye û ew mezin kir.

Gelê Rojava li dijî erebkirinê bi salên dirêj karî ziman û çanda xwe biparêze û hat heta roja me îro.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn Kurdistan bû çar parçe, ji wê demê ve gelê Rojava bê statu ma. Bi sed hezaran Kurd ji aliyê dewleta Sûriyê ve bê nasname hatin hiştin û tune hatin hesibandin. Bi salên dirêj gelê Rojava rastî êrîşên hêzên rejîma Sûriyê hat, li hember van êrîşan bi wext re xweparastina xwe bi pêş xist û bi hêz kir.

Gelê Rojava di bin zilm û zordariyê de karî hebûna xwe biparêze, bi şoreşa Rojava re hêza xwe ya xweparastinê ava kir û mezin kir. Şoreşa Rojava ya ku ji bo gelên bindest bûye hêvî, bi pêşxistina xweparastina gel, ev yek gengaz bû.

Di dîrokê de ji ber xweparastina Kurdan lawaz bû, her tim bi komkujiyan re rû bi rû dima. Bi pêşxistina xweparastinê re ji bo gelên din ên li Sûriyê jî bûn îlham.

Em lê binêrin ka heta niha li dijî komkujiyan Kurdên Rojava berxwedanên xweparastinê yên çawa bi pêş xistine, em ê têkoşîna parastina hebûna gelekî birêxistinkirî bibînin.

QAMIŞLO/ENTERIYÊ

Di bin zordariya rejîma Sûriyê de Kurdên Rojava rastî komkujiyan hatin, di 12’ê Adara 2004’an de Kurd bi komkujiyeke nû re rû bi rû man. Li bajarê Qamişlo piştî maça futbolê hêzên rejîmê êrîşî Kurdan kir û 34 kesan jiyana xwe ji dest da.

Piştî vê li gelek bajarên Kurdan li dijî rejîmê tedbîrên xwe yên xweparastinê girtin.

Li Sûriyê di Adara 2011’an de şerê navxweyî dest pê kir û piştre li bajarên Rojava yekîneyên  xweparastinê dest bi xwebirêxistinê kir. Ev rêxistinkirin herî zêde li du taxên Qamişlo; li Enteriyê û Hilêliyê bi hêz pêk hatin.

Bi pêşengiya Xebat Dêrik li dijî êrîşên rejîmê ji bo parastina gel bi navê ‘Koma Ciwanên Rojavayê Kurdistanê’ rêxistina xweparastinê hat avakirin. Xebat Dêrik û bi komeke hevalên xwe re destpêkê çend kesan bi veşartî û di hin malan de civîn çêkirin û perwerdeya leşkerî da. Ev xebat bi awayekî veşartî dihat kirin.

Kesên perwerde dîtin, ji kesên din re, wan jî ji hinekên din re dida. Di hundirê çend mehan de êdî hejmar gihîşt bi sedan ku bi vî awayî artêşa xweparastinê hat avakirin.

Di encama komployekê de 14’ê Çileya 2012’an bi destê dewleta Tirk û rejîmê piştî qetilkirina Xebat Dêrik, ciwanên ku perwerdeya wî dîtibûn, soza tolhildanê da û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ava kirin.

12’ê Adara 2012’an hêzên rejîmê gelê ku komkujiya Qamişlo protesto dikir, êrîşî wan kir û ciwanek qetil kir. Xwepêşandan ji Dêrik, Dirbêsiyê, Amûdê, Efrîn, Serêkaniyê, Kobanê û heta Helebê berfireh bûn. Bi pirbûna êrîşên rejîmê re gel li taxên xwe ji bo avakirina xweparastinê dest bi nobetgirtinê kir. Ji ber ku li gelek bajaran çek nebûn, gel xwe bi kêr, tevir û bêran hewl dida biparêze.

Di meha Îlonê de endamên Muxaberata rejîmê wexta xwest ciwanên Kurd bi zorê bibin leşkeriyê, di taxa Enteriyê de dîl hatin girtin. Di encama hevdîtinan de beramberî ku rejîm hinek taxan berde, endamên Muxaberatê serbest hatin berdan.

Di şerê navxweyî yê li Sûriyê de hin rêxistinên wekîl ên ku destekê ji derve digirin û navbera rejîmê de gelê Kurd yên Rojava yê Kurdistanê tercih nekirin û li ser perspektîfa Rêveberiya Xweser û xweparastinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêka sêyemîn ji xwe re diyar kirin.

Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’an li Kobanê dest pê kir.

HELEB/ŞÊXMEQSÛD

Yek ji cihên ku bingehên berxwedana xweparastinê lê hatiye avêtin, Heleb e. Koçberên Kurd ên ku li taxa Şêxmeqsûd, ji berxwedaneke bêhempa re malovanî kir. Bi ezmûnên berxwedanên xweparastinê berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat qezenckirin.

Piştî sala 2011’an li dijî êrişên çete û rejîmê hema mal bi mal, kolan bi kolan bi zanebûna xweparastinê Kurd, Ereb û Ermenan li mizgeft û dêrên xwe bi nobetan bi hev re parastin.

Li Helebê yên ku ji berxwedana xweparastinê re pêşengî kirin bi navê “Dayika Berxwedanê” ya tê nasîn Gulê Selmo bû. Gulê Selmo ya ku ji destê rejîmê filitîbû, piştre ji aliyê hêzên rejîmê ve gule lê reşandin û ew qetil kirin. Gelê ku bihîst Dayika Berxwedanê jiyana xwe ji dest daye, li taxan dest bi berxwedana xweparastinê kir.

Gelê ku çete û rejîmê nexistin taxên xwe, bingeha xweparastinê ava kir.

SERÊKANIYÊ

Yek ji bajarên bingeha xweparastinê lê hatiye sazkirin, Serêkaniyê ye ku îro jî di hedefa dagirkeriya dewleta Tirk de ye.

Dewleta Tirk di şerê Sûriyê de çeteyên ku parêzvaniya wan dikir, ji bo derbas bike Serêkaniyê wek deriyekê bi kar bîne, xwest dagir bike. Di meha Kanûnê ya 2011’an de nêzî 4 hezar çeteyên El-Nusra û 3 hezar jî di ser Hatayê re derbas kirin, hezar kesên din ên mane jî xwest di ser Ceylanpinarê re derbasî Serêkaniyê bike.

Di rojên destpêkê yên sala 2012’an de di navbera hêzên xweparastinê û çeteyên El-Nusra de pevçûnên dijwar rû dan, di encama van pevçûnan de çeteyên El-Nusra nekarîn bikevin Serêkaniyê.

Ber bi Adara 2012’an ve çeteyan careke din êrîşî Serêkaniyê kir. Piştî pevçûnên dirêj hejmareke mezin çete hatin kuştin. Çeteyên ku hêzên xweparastinê yên jin dikirin hedef, bi berxwedaneke mezin paşde hatin xistin. Êrîşên çeteyan heta 19’ê Tîrmehê berdewam kir.

Piştî 19’ê Tîrmehê hêzên YPG/YPJ’ê, di herêmê de ji hêzên xweparastinê re pêşengî kir û destûr nedan çete derbasî bajar bibin.

DAMEZIRANDINA YPG’Ê

Piştî agirê Rojavayê Kurdistanê hat pêxistin; kantonên Kobanê, Cizîr û Efrînê hatin îlankirin û rejîm ji bajaran hat derxistin, gel bi xwe bû hêza îradeya xweparastin û rêvebirinê.

Hêza xweparastinê YPG’ê, konferansa xwe ya yekemîn di Tîrmeha 2012’an de pêk anî. Bi awayekî fermî damezirandina xwe îlan kir. Di demeke kin de îtîbar qezenc kir, mezin bû û ji bo hemû gelan bû hêza sîwanî ya parastinê.

Ji ber ku hişt gel bikarin parastina xwe bi pêş bixin, li ser fikra demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan esas digirt. Li ser van esasan welat û axa xwe bê ferq û cudahiyan parast.

Di serî de Serêkaniyê, Kobanê û Hasekê, tevahî bajarên Rojava li dijî çeteyên DAIŞ û El-Nusra berxwedaneke mezin hat kirin. Tenê ne li rojavayê Kurdistanê bi perspektîfa ‘neteweya demokratîk’ şoreş li tevahî herêmê bû hêviya gelan û ji gelên Kurd, Ereb, Suryan, êzidî beşdarî YPG’ê bûn.

Bi hêzên Burkan El-Firat ve hêzên şoreşger ên herêmê eniyeke şoreşê ya hevpar ava kir.

DAMEZIRANDINA YPJ’Ê

Ji sala 2011’an û pê de jinan jî li Rojava bi awayekî çalak di xweparastinê de cih girt. Di destpêka şoreşa Rojava de di hundirê hêzên xweparastinê de jinan cih girt û tax bi tax, kolan bi kolan tev li berxwedanê bûn û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ava kirin. 4’ê Nîsana 2013’an YPJ’ê bi awayekî fermî damezirandina xwe îlan kir.

Ji bo herêm û cîhanê wek hêviyekê YPJ pêl bi pêl berfireh bû. Çeteyên ku bi hişmendiya baviksalar a netewedewletên ku destek didan çeteyên DAIŞ û El-Nusra dixwestin li herêmê serweriyê bikin. Jinên li ser vê erdnîgariyê jî ji bo parastina azadî, welat û pêşeroja xwe hêza xweparastinê ava kir û vê yekê bandoreke mezin çêkir û ev di têkoşîna cîhanê ya jinan de jî tevgerek da afirand.

YPG û YPJ ne rêxistinên leşkerî yên dewletê ne, rêxistinên civakî ne ku xîtabî hemû pêkhateyên xwe dike. Bi beşdarbûna gelan bi xwe parastina xwe kirine û ji bo gelan bûn îlham.

ANHA


Mijarên Din