Li Rimêlanê merasîma sersaxiya 7 şehîdên Berxwedana Rûmetê

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçberê sersaxî ji malbatên 7 şehîdên Berxwedana Rûmetê re xwestin.

Bi sedan şênî herikîn bin konê sersaxiyê yê 7 şehîdên Berxwedana Rûmetê yê li bajarokê Rimêlanê yê kantona Qamişlo hatiye vedan. Navên şehîdan wiha ne: Rustem Zêrkî bi rastnav Memdûh Herdem, Sorxîn Zagros bi rastnav Rewşen Osman, Mezlûm Dogan bi rastnav Ibrahîm Mewlûd, Şemsdîn Xane bi rastnav Hecî Akacî, Lorîn Dirbêsiyê bi rastnav Emşe Nezfe, Murad Qirxistan bi rastnav Arkêş Murdem û şehîd Burak Çekin.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre fermedara Hêzên Ewlekariya Hundirîn Norşan Efrînî axivî û behsa rola şehîdan di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir û got: "Me mohra xwe li axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê da. Bi şehîdên xwe me teror tune kir. Bi saya vîn û berxwedana me, me axa xwe rizgar kir. Em vê axê nahêlin."

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Elî Oryan got: "Bi saya xwîna şehîdan ji destpêka şoreşa Rojava em gavên dîrokî davêjin. Îro em ê bi Berxwedana Rûmetê bi serkevin û hebûna xwe ji tevahiya cîhanê re îsbat bikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din