Li rexma Koronayê kolanên Kobanê qerebalix e

Tevî Rêveberiya Xweser ragihand ku li Kobanê kesek bi Koronayê ketiye, lê bazar û kolanên Kobanê qerebalix in.

Desteya Tenduristiyê ya Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ragihand ku îro 16 kesên din bi  Koronavîrusê ketine, ew jî li herêmên Reqa, Hesekê, Qamişlo û Kobanê ne. Bi wê re hejmara giştî ya nexweşên Koronavîrusê gihişt 82’an, ji wan 4 kes jê mirine.

Rêveberiya Xweser biryara qedexe derketina derve û kombûnan da. Lê li rexma wê di dîmenên ku ji cihên cur bi cur ên bajarê Kobanê hatine kişandin de diyar dibe ku gel lihev kom dibe û li gorî biryarê tevnagerin.

Li Kobanê jina 20 salî piştî dan û standina wê bi nexweşên Koronayê yên li herêma Cizîrê re bi vîrûsê ket û niha di karantînayê de ye.

Di çarçoveya tedbîrên pêşîlêgirtina Koronavîrusê de, Desteya Tenduristiyê Nîsana borî 3 navendên karantînayê vekirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve li herêma Cizîrê ferz kir, her wiha biryar li ser herêma Firatê û herêmên dîtir ne derbasdar e.


Mijarên Din