Li Reqayê turnuveya futbolê

Di çarçoveya pêngava "Em ê teqez bi serkevin" de, Meclisa Ciwanên Reqa û gundewarên wê turnuveya futbolê bi navê "Şehîd Sultan Xerîb" li bajarokê Ekrîşî yê başûrê Reqayê organize kir.

Bi dehan tîmên bajarê Reqa û gundewarên wê beşdarî turnuveyê bûn.

Beriya turnuve dest pê bike, deqeyeke rêz hate girtin. Piştre bi navê Meclisa Ciwanên Reqa û Gundewarê wên, hevserokê meclisê Miwefeq Silêman axivî û got: "Ev çalakî di çarçoveya çalakiyên li dijî şerê taybet ê li dijî ciwanan tê meşandin de tê."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Meclisa Ciwanên Reqayê dê çalakiyên werzîşê ku piraniya wan hatibûn rawestandin, dewam bike.

Maçên turnuveyê dê di nava mehekê de rojekê lîstikeke li stada bajarokê Ekîrşî were lidarxistin.

ANHA


Mijarên Din