Li Reqayê toreyek madeyên hişbirê hate girtin

Beşa Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya Reqayê kesên ku hebên hişbirê li gundê El-Barûde li rojhilatê bajarokê El-Mensûr li rojavayê gundewarê Reqayê girtin.

Navena Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê ragihand ku beşa Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî toreyek ku hebên hişbirî û heşîşê belav dikin û ji 5 kesan pêk tên di kemînekê de li gundê El-Barûde li rojhilatê bajarokê El-Mensûr li rojavayê gundewarê Reqayê girtin.

Li gel endamên toreyê miqdara hezar û sed heb ji cureya kibtegon tevî heşîşê hate desteser kirin.

Endamên toreyê ji komîteya dozgeriyê re ji bo ku werin darizandin hatin şandin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din