Li Reqayê têkildarî sûcên dagirkeran civîneke hate lidarxistin

Rêveberiya Jinan a Reqayê têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan, civîneke bi tevlêbûna jinên gundewarê başûrê Reqayê li dar xist.

Sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jin û zarokên li herêmên dagirkirî bê navber didomin.

Rêveberiya Jinan a Reqayê bi tevlêbûna bi dehan jinên li gundewarê başûrê Reqayê civînek li dar xist. Di civînê de rewşa siyasî  û sûcên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî hatin destnîşankirin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest  pê kir. Piştre endama Meclisa Sûriya Demokratîk Dilêr Xelîl rewşa siyasî, asta destwerdana navdewletî ya li Sûriyê ku bûne sedemên kûrbûna aloziyê  nirxand.

Dilêr Xelîl her wiha behsa sûcên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan pêk tînin ji qetilkirin, tundiya dirûnî û fîzîkî û tecawizkirin, kir.

Di dawiya civînê de belgefîlmek li ser sûcên ku li herêmên ku Tirkiyê û çeteyên wê dagir kirine hate pêşandan.

ANHA


Mijarên Din