Li Reqayê şaneyek veşartî ya DAIŞ‘ê hate zeftkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê bi çalakiyeke bi bandor şaneyek veşartî ya çeteyên DAIŞ‘ê girt û dest danî ser miqdarek çek.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê bi çalakiyeke bi bandor cihê şaneya veşartî ya çeteyên DAIŞ‘ê diyar kir û endamên şaneyê zeft kirin.

Berpirsên Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kirin ku di çalakiyê de hejmarek jin û zilam girêdayî DAIŞ‘ê hatin girtin û miqdareke çek wekî klaşînkov, demançe, her wiha pirtûkên ayidî DAIŞ‘ê bi wan re bûn hatin desteserkirin.

Li gorî berpirsên hêzên ewlekariyê ev şane ya herî mezin e ku hate girtin.

ANHA


Mijarên Din