Li Reqayê rihê hevkariyê…

Şêniyên Reqayê xwe di nav komîn û meclisên herêmî de rêxistin dikin. Da ku bibe rêya sereke ji bo daxwazên wan ên xizmetguzeriyê. Sîstema komînan ji şêniyên Reqayê re bû rêya hevkarî, alîkarî û rêya derbaskirina hemû zehmetiyên ku derdikevin pêşiya wan.

Bi rizgarkirina bajêrê Reqayê re, Meclisa Sivîl a Reqayê gelek sazî û meclisên herêmî ava kirin. Piştî rêxistinkirina van meclisan, gava sereke avakirina komînan li her taxê bû. Da ku taxên bajêr bên rêxistinkirin û rêgeza biratiya gelan û jiyana hevbeş pêk were.

Di demên dawî de, li bajarê Reqayê agir bi zeviyên çandiniyê ketin. Hemû şêniyên Reqayê bi hev re û li kêleka saziyên sivîl mîna Şaredariyê û tîmên destwerdana destpêkê di vemirandina agir de bûn alîkar.

Hevserokê komîteya taxa El-Rafiqî Mihemed Xelîl wiha got: "Em bi hemû keda xwe dixebitin da ku hemû pêdiviyên şêniyan pêk bînin. Karê me ne tenê alîkariya şêniyên taxê ye. Em alîkariya hemû gelê xwe yê li Reqayê dikin."

Her wiha hevserokê komîna taxa şehîd Mazin, Hecî Salih wiha got: "Bi nêzikbûna patozkirina genim û ceh, aliyên bi hêzên derve re kar dikin, berhem şewitandin. Lê rihê hevkariyê yê di nava şêniyên Reqayê de hişt ku beşdarî alîkariyê bibin û di vemirandina agir de bûn alîkar."

Hevseroka komîna taxa El-Mensûr, Mediya Meter diyar kir ku hevkariya di nava şêniyên Reqayê de ne tiştekî nû ye û wiha axivî: “Mîna van bûyeran hişt ku şênî bi erka xwe ya mirovî rabin û alîkariya hevdû bikin. Ev yek jî delîlê hevkariyê û karê hevbeş li kêleka saziyên sivîl li bajêr e."

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din