Li Reqayê rewşa zêrê spî

Pembo li Sûriyê yek ji hilberînên herî giring e. Ji ber ku li ser asta cîhanî bihaye, heta ku navê zêrê spî lê hatiye kirin. Rumxa ku nirxê pembo li Sûriyê girane, lê piştî aloziya Sûriyê hilberîna wê bi awayek mezin paş de çû.

Sal dû sal rûberên pembo li Reqayê kêm dibin. Berê rêjeya çandina pembo li Sûriyê ji sedî 60 bû, niha ketiye ji sedî 20. Cotkaran destnîşan kirin ku sedema paşdeçûna wê jî buhabûna pêdiviyên çandina pembo ye.

Li ser asta Sûriyê çandina pembo li Reqayê di pileya yekemîn de ye. Beriya destpêkirina aloziya Sûriyê hilberîna pembo li Reqayê salê 250 hezar ton bû. Di wê demê de hilberîna pembo li ser asta Sûriyê bi giştî 750 hezar ton bû. Ev jî dide nîşan ku Reqa zêdetirî nîvê miqdara pemboyê Sûriyê hildiberand. Di sala 2011`an de piştî destpêkirina aloziyê asta hilberînê li Reqayê daket û gihaşt 120 hezar ton û êdî çandina wê hêdî hêdî kêm bû.

Li gorî daneyên dawî yên rewşa çandiniyê li Sûriyê li parêzgeha Reqayê di 2018`an derdora 45 hezar hiktar bi pembo hatin çandin. Ev rûber li gorî salên borî bi 50 hezar hiktaran kêmtir bû. Di sala 2011`an de derdora 134 hezar hiktar bi pembo hatbû çandin.

Di 2013`an komên çeteyan bajarê Reqayê kontrol kirin, hilmijên avdanê û kanlên avê wêran kirin. Av li ser hinek herêmên Reqayê heta salekê qut bû. Piştre şêniyan amûrên avdanê çêkirin û carek din bikar anîn.

Di dirêjahiya 4 salên ku çeteyên DAIŞ`ê bajarê Reqayê dagir kirin de, çeteyan parêzgeh dorpêç kir û nehiştin şênî ji bajêr derkevin. Anîna amûrên çandiniyê ji derveyî herêmê qedexe kirin. Tenê dikarîn bi rêya çeteyan pêdiviyên xwe bi bihayên bilind pêk bînin ku ne li gorî hilberîna mewsimê ye. 

TOV Û DERMANÊN JI TIRKIYÊ HATINE ZIRAR DAN ÇANDINA PEMBO

Di dema ku çeteyên DAIŞ`ê de bajarê Reqa dagir kiribûn,  tovên pembo û dermanên kurmikan ji Tirkiyê dianîn. Li gorî cotkaran, ew cureya wan tovan û dermanan qet nebaş bûn. Bi awayekî neyînî bandor li hilberînê kirin û derman jî bê sûd bûn. Di sala 2011`an de hilberîna her donimekê ji pembo di navbera 450 kg heta 650 kg bû. Lê ev miqdar di wan çar salan de daket û her donimek kêmtirî 200 kg hildiberand.

Ji ber buhabûna sotemenî jî bi sedan cotkarên ku zeviyên wan ji çemê Firatê û kanalên avdanê dûr in, dev ji çandina pembo berdan. Ji ber ku xebitandina jeneratorên avê miqdarên mezin ji sotemeniyê xerc dikirin.

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk herêm ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir, Meclisa Sivîl a Reqayê û Komîteya Çandiniyê dest bi danîna planan kirin da ku piştgiriya çandiniyê li herêmê bikin. Ji ber wê meclisê hilmijên avdanê yên ku DAIŞ`ê xirabe kirine, sererast kirin.

Di sala 2018`an de jî li Reqayê hilberîna pembo rastî nexweşiyên kurmikan hatin mîna kurmikan bi strî. Şêniyan gelek dermanên kurmikan bikar anîn lê nekarîn ew kurmik tune bikin. Ji ber wê hilberîna her donimekê 200 kg derbas nekir. Tevî ku dihat payîn hilberîna wê sal ji her donimekê 300 heya 400 kg bûya.

Di sala 2019`an de ruxmî ku rûberên bi pembo hatine çandin kêm bûn, lê çandina pembo li herêmê geş bû. Li Reqayê hilberîna her donimekê ji pembo gihaş 400 kg. Her wiha miqdarên ku radestî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye kirin di heman salê de 43 hezar û 800 ton ji tevahiya herêman.

Rêveberiya Xweser dala 25`ê Îlona 2019`an de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo wergirtina pembo ji cotkaran 5 navend vekirin; navenda Mehlec li Hesekê, Mabrûka li Serêkaniyê, navenda 10 km li Dêrazorê, Sehlebiye li Reqayê û Celebiye li Kobanê.

Îsal cotkaran li Reqayê rûberên mezin bi rêjeya ji sedî 80 derbas dike, bi genim çandin. Ji ber ku semad buha bûye li gel daketina nirxa lîreya Sûriyê li bermaberî dolar. Ji ber wê cotkar tenê bi rêjeya ji sedî 20 zevî bi pembo çandin.

BUHABÛN BÛ SEDEMA KU COTKAR DEV JI ÇANDINA PEMBO BERDIN

 ANHA`yê ji bo ku rewşa çandiniya pembo nêrîna hejmarek cotkaran girtin. Cotkaran diyar kirin ku ji ber buhabûna semadê wan dest ji çandina pembo berdane. Bihaya turika semad di sûka reş de zêdetirî 30 hezar lîreyên Sûriyê ye. Her wiha bihaya kîloya tovê pembo 800 lîreyên Sûriyê derbas dike. Di her donimekê de zêdetirî 10 kg ji tov tên çandin.

Cotkarê bi navê Ibrahîm El-Cesam got: “Me îsal pembo neçand. Ji ber ku lêçûna çandina wê li ser me giran e. Buhabûna semadê jî pişta me şikand. Li rex wê jî heqdestên karkeran jî buha bûne. Ger em van hemû kom bikin lêçûna li ser me gelek buha disekine. Ger bihayên pêdiviyên çandiniyê wiha her ku biçin buha bibin, nirxa pembo têra lêçûnê nake.”

Cotkarê bi navê Mihemed El-Fars ê ji gundê Hezîma li gundewarê bakurê Reqayê got: “Em semad, derman û tovên pembo bi dolar dikirin. Lê di dawiya mewsimê de hilberîn bi lîreya Sûriyê tê frotin. Ew jî zirarên cotkaran zêde dikin. Divê nirxa pembo îsal were başkirin. Ji bo ku em zirarê nebînin. Em debara xwe bi vê çandiniyê peyda dikin. Ji ber tirsa cotkaran ji buhabûna pêdiviyên çandiniyê wan pembo neçand. Ji ber wê rûberên bi pembo hatine çandin îsal kêm bûne. Hilberîn di sala borî de baş bû û bihaya wê jî baş bû. Bihayên pêdiviyên çandiniyê li gorî lêçûna çandina pembo bûn. Lê îsal rewş cuda ye û nirxa pêdiviyan gelek buha ye.”

Her wiha cotkarê bi navê Ehmed El-Cedui bang li kooperatîfên cotkaran kir ku desteka cotkaran bikin û got: “Divê tov, semad û derman ji me re pêşkêş bikin, heta karibin pembo û hilberînên din biçînin. Piştre cotkar bihayên wan pêdiviyan dema çinînê bide. Mîna ku beriya destpêkirina aloziyê dikirin.”

Têkildarî avdanê, cotkaran destnîşan kir ku av îsal bi awayekî baş peyda dibe û banga sererastkirina kanalên avdanê yên sereke û şaxî tevî paqijkirina toreyên kanalîzasyonê yên çandinî kirin.

Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina gelek herêman mîna Serêkaniyê û Girê Spî miqdarên hilberîna pembo îsal wê kêm bin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din