Li Reqayê rewşa siyasî û jiyanî hatin nirxandin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê geşedanên dawîn ji şêniyên herêma Cedîde re yê rojhilatê gundewarê Reqayê şîrove kir, daxwazên wan guhdar kir û astengiyên jiyanî nîqaş kirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Meclisa Sivîl a Reqayê civînek li herêma Cedîde ya rojhilatê gundewarê Reqayê li dar xist. Di civînê de rewşa siyasî, astengî û pirsgirêkên jiyan, rewşa xizmetguzarî, aborî û tenduristî nîqaş kirin. Her wiha geşedanên dawîn ên herêmê piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker şîrove kirin.

Gelek rûspiyên êlan, endamên komîteyên girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê tev li civînê bûn.

Di civînê de hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa axivî û behsa girîngtirîn xebatên xizmetguzarî, astengî û kêmasiyên kar kir bi taybet di vê pêvajoyê de li gel êrişên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Leyla teqez kir ku prosesa jinûveavakirina herêmê bênavber didome û wê pêşniyar û daxwazên şêniyan di dema bê de di ber çavan re derbas bikin.

Ji aliyê xwe ve endamê Desteya Siyasî ya Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî behsa rewşa siyasî û leşkerî nirxand. Mihemed Elî di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku armanca Erdogan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gavek ji planên wê yên zindîkirina Mîsaqa Millî ye, ku herêmên ji sînorê Idlibê bigire heta Mûsilê bixe bin dagirkeriya xwe, nemaze ku salvegera lihevkirina Lozanê nêzîk bûye.

Mihemed teqez kir ku lihevkirina bi Rejîma Sûriyê ji bo rêgirtina li pêşiya planên dewleta Tirk di Sûriyê de hat.

Elî bang li gelên herêmê kir ku bi îdiayên dazgehên çapemeniyê girêdayî radestkirina herêman ji Rejîma Sûriyê re neyên xapandin û teqez kir ku lihevkirin leşkerî û siyasî ye ji bo parastina destkeftiyên şehîdan e.

Duh civînek mîna wê li Stada Firat li navenda bajarê Reqayê li dar ket.

(şx)

ANHA


Mijarên Din