Li Reqayê pêngava "Şehîd darên rehjen in"

Îro Beşa Ekolojî û Parkan a Şaredariya Gel a Reqayê li başûrê bajar, bi slogana "Şehîd darên rehjen in" Şitilgeha El-Beledî li Reqayê vekir. Berfirehiya şitilgehê 5 donim e û 7 hezar darên xemilandinê û şînkahiyan dihewîne.

REQA

Beşa Ekolojî û Parkan a girêdayî Şaredariya Gel Reqayê şitilgeheke çandiniyê, bi firehiya 5 doniman amade kir. Ev şitilgeh dê pêdiviyên park û rêyan ji darên xemilandinê û gulên rengîn  bi cih bîne.  

Piştî ku pêngava avakirin û anîna gul û darên xemilandinê bi dawî bû, îro Şaredariya Gel li Reqayê şitilgeha çandiyê vekir

Vekirina şitilgehê bi gotina hevseroka Meclisa  Sivîl a Reqayê Leyla Mustefa hat destpêkirin. Leyla wiha got: "Meclisa Sivîl  bi van  xebatên  xwe, hewl dide rewşa hemû aliyên bajêr çi di milê tenduristiyê de be yan jî di milê  perwerde, çandî û xizmetguzariyê de be, baş bike û ji nû ve avakirina sazûmanî û  binesaziyê ava bikin."  

Her wiha hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed Ibrahîm axivî û ev tişt got: "Bajarê Reqayê di gelek aliyan de berdêl dane. Divê hemû dewletên cîhanê piştevaniya bajêr bikin ku careke din jiyana asayî vegere Reqayê.”

Ibrahîm wiha axaftina xwe dewam kir: "Em ê bi pêngava "Şehîd darên rehjen in" dest bi çandina daran bikin da ku em keda ku şehîdan ji bo rizgarkirina  xaka vê herêmê daye, bidomînin.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, rîbana vekirina şitilgehê ji aliyê hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mustefa û hevseroka Şaredariya Gel a Reqayê Sena El-Hesen ve hate birîn. Paşê beşdar di nava şitilgeha çandiniyê de geriyan, dar û şînkahiyên heyî nas kirin. Piştî gerandin û naskirinê şahî bi govend û stranên gelêrî bi dawî bû.

Tê zanîn ku şitilgeh zêdetirî 7 hezar darên ku ji çandiyê re amade ne, dihewîne û nêzî 15 hezar şitil dê ji bo sala bê amade bin.

(ekîb)

ANHA


Mijarên Din