Li Reqayê panela "Na ji madeyên hişbirê re"

Li Reqayê bi diruşmeya "Jiyan berpirsyarî ye, na ji madeyên hişbir re" panelek hate lidar xistin.

Desteya Karên Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Reqayê bi kordîneya Rêxistina Sewaêd El- Firat, di bin diruşmeya "jiyan berpirsyarî ye, na ji madeyên hişbir re" panelek birêxistin kir.

Yekîneyên Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê li dijî bazirganên madeyên hişbir pêngaveke berfireh lidar xist. Di encamê de gelek madeyên hişbir hate desteserkirin û bazirgan û bikarhînerên madeyên hişbirê hatin girtin.

Panel li Navenda Çand û Hunerê ya li bajarê Reqayê bi amadebûna endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hejmarek xebtkarên tenduristiyê, endamên Meclisa Sivîl a Reqayê, Desteya Hundirîn û rêxistnên mirovî û hiqûqî hat lidarxistin.

Panel ji aliyê şêwirmendê derûnî Dr. Abdulfetah El-Hemîdî, rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Reqayê Fadî El-Nercis û endamê Meclisa Edaletê ya Reqayê Merwan El-Mûsa ve hat birêvebirin.

Dr. Abdulfetah aixvî û diyar kir ku xweparastina ji madeyên hişbir çareseriya herî guncav e ku hevgirtina nêrînan û yekbûna civakan pêk tîne nahêle mirov ji ser hişê xwe biçe.

El-Hemîdî da zanîn ku sedemên herî zêde ku dihêle mirov madeyên hişbir bikar bîne pirsgirêkên derûnî ne û got:" Nimûne; dema ku mirov xizmekî xwe yê herî nêz winda dike ji bo ku xwe rihet bike serî li vî rêbazî dide, dîsa sedemên êşa laş bi rêya karanîna hebên sekinandina êşê ku hêza laş diwestîne dihêle ku laşê mirov fêrî bikaranîna heban bibe. Neçavdêriya dayîk û bav li ser zarokên xwe jî dibe sedema bikaranîna madeyên hişbir."

Serokê Rêxistina Sewaêd El- Firat û endamên Meclîsa Edaletê ya Reqayê Merwan El-Mûsa bal kişand ser girîngiya lidarxistina panelê û xeteriya li ser nifşên ciwan û da zanîn ku divê malbat li ser ciwanên xwe baldar bin û divê dibistan û zanîngeh jî ji bo sînordarkirina diyardeya madeyên hişbir roleke mezin bilîzin.

Li aliyekî din rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Reqayê Fadî El-Nercis di derbarê destêpkirina pêngava li dijî madeyên hişbirê de axivî û piştrast kir ku "Belavbûna diyardeya madeyên hişbir heta radeyekê dê were sînordarkirin, ji ber ku wan bazirganên mezin ên madeyên hişbir girtin û gelek madeyên hişbir jî destserkirin."

El-Nercis destnîşan kir ku destên hêzên derve di derbaskirina madeyên hişbir ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hene ku armanca wan jî windakirin û talankirina ciwanan û lewazkirina hêza wan e.

Di dawiya panelê de sînevîzyonek derbarê pêngava  Yekîneyên Têkoşîna li Dijî Sûcên Bi rêxistinkirî yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Reqayê pêkanîne û medeyên ku di operasyonê de hatine destserkirin de hat pêşkêşkirin.

(oh)

ANHA


Mijarên Din