Li Reqayê mîhrîcana yekemîn a bazargeriyê

Bi diruşmeya   "Bi hev re ji bo zaroktiyê", Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê mîrhrîcana yekemîn a bazargeriyê li dar xist.

Bazaran bi merasîmekê li Qada Îtîfaiyê bi amadebûna bi sedan kesî hate vekirin.

Komîteya Çand û Şûnwaran a Reqayê di vekirina bazarê de şahiyek bi beşdarbûna komên navenda çand û hûnerê  li dar xist.

Di bazarê de, cilên dibistanan, pêwîstiyên perwerdeyê, lîstokên zarokan, xwarin û vexwarin û hwd.. hatin pêşandan ku bi buhayê kêm tên firotin.

Mîhrîcana yekemin a bazargeriyê dê heta 20'ê Cotmehê dewam bike. Komîteya Çand û Şûnwaran diyar kir ku wê her sal ev mîhrîcan were lidarxistin.

ANHA


Mijarên Din