Li Reqayê ji bo salvegera komkujiyê çalakiyên hunerî

Li Reqayê ji bo salvegera 5‘an a komkujiya Şengalê çalakiyên hunerî hatin lidarxistin.

Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya 3‘yê Tebaxa 2014‘an ku çeteyên DAIŞ‘ê li Şengalê pêk anîbûn çalakiyeke hunerî hate lidarxistin.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Paşê Hevserokê Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê Hesen Mustefa axivî got:"Em li vir li navenda çand û hunerê kom bûne da ku hovtirîn sûcên DAIŞ‘ê li Iraq û Sûriyê kirine bi bîr bînin, sûca herî mezin a li dijî gelê Êzidî ku di encamê de derdora 5 hezar kes mirin û bi hezaran jin hatin revandin."

Piştre, koma Weter  straneke bi navê "Şengalê" got, helbestvan Mehmûd El-Rebîd li ser binpêkirinên DAIŞ li dijî gelan xwend.

Di çalakiyê de, belgefilmeke bi navê "Komkujiya Şengalê" ku ji aliyê Komîteya Çand û Hunerê ve hatibû amadekirin, hate pêşandan.

Di dawiya çalakiyê de şanoyeke girêdayê heman mijarê hate pêşkêşkirin.

ANHA


Mijarên Din