Li Reqayê ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê, darên zeytûnan hatin çandin

Endamên Meclisa Herêmê û Şaredariyan a gundewarên rojhilatê Reqayê, bi armanca piştgiriya berxwedana Efrînê, zêdetirî 100 darên zeytûnan li goristana Şehîdan çandin.

Bi dehan endamên saziyên sivîl ên li gundewarê rojhilatê Reqayê û endamên Meclisa Şehîd Hêlîn Cûdî ber bi goristana Şehîd Sîvdar a li gundewarên rojhilêlatê Reqayê ve çûn da ku beşdarî çandina darên zeytûnan bibin.

Meclisa Şehîd Hêlîn Cûdî ya Reqayê derdora 100 darên zeytûnan da endamên meclisên gundewarên rojhilatê Reqayê, da ku li pêşiya goristana Şehîdan biçînin û piştgiriyê bidin berxwedana şêniyên Efrînê bikin.

Endama Meclisa Şehîd Hêlîn Cûdî Îtab Mihemed axivî û got: "Çawa em îro van daran li pêşiya goristana Şehîdan diçînin, em ê sala bê li Efrîrê biçînin."

Endama Meclisa Gel a li gundewarê rojhilat Henan Silêman jî axivî û diyar kir ku ew wekî meclisên gel, komîn û meclisa jinan ji bo piştgiriya berxwedana şêniyên Efrînê daran biçînin. Her wiha piştgiriya xwe ji şêniyên Efrînê re anî ziman.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku endamên meclis û komînên gundewarên bakurê Reqayê jî li têketina goristana Şehîdan a li gundê Hikumiyê darên zeytûnan çandine.

(eh

ANHA


Mijarên Din