Li Reqayê civîna komeleyên cotkariyê

Yekitiya Cotkaran a Reqayê bi serokên komeleyên cotkariyê re civîneke li dar xist. Di civînê cotkaran li ser mekanîzmaya bazariya pempo li ser bazirgan û vekirina dergehan hat nîqaşkirin.

Li ser daxwaza cotkarên li Reqa û gundewarên wê, piştî biryara Rêveberiya Xweser a hiştina cotkaran a firtona berhemên pempo li ser bazirganan, Yekitiya Cotkaran a Reqayê îro civînek bi serokên komeleyên cotkariyê re li herêma Reqayê li dar xist.

Civîn bi beşdariya hevserokê yekitiyê Ehmed Salim li avahiya Yekitiya Cotkaran hat lidarxistin, her wiha tê de li ser mekanîzmaya firotina pempo ji bazirganan re û bihayeke guncaw hat nîqaşkirin.

Her wiha di civînê de li ser daxwaza cotkaran biryara rakirina pêşniyarê ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya kirîna pempo ji cotkaran re hat dayîn. Ew jî li şûna ji bazirganan bi bihaya 900 hezar lîreya Sûriyê ji her tonekî re dikirin.

Di komeleyên cotkariyê ya li herêma Reqayê de nêzî 22 hezar cotkar û cotyar ku navên xwe qeyd kirine hene. Her wiha beşdaran li ser pêwîstiya pêşkêşkirina tevahî hêsankirina ji bazirgan û cotkaran re li hev kir, ew jî dema ku Rêveberiya Xweser ew pêşniyar erê nekir.

(fr)

ANHA


Mijarên Din