Li Reqayê çalakiyên pêngava “Em ê teqez bi serkevin

Di çarçoveya çalakiyên pêngava “Helbet em ê bi ser kevin” Yekitiya Jinên Ciwan a Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê pêşengeha hûnerên jinan û karên destan li hola Taj a li bajarê Reqayê li dar xist.

Bi dehan ciwan û jinên ciwan ên Reqayê û Hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê Fatme El-Xelîf beşdarî pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de tabloyên ku hatine pêşkêşkirin çanda herêma Firatê rave kir. Her wiha karên destan ên ku ji tevnê hatine çêkirin mîna cilên zarokan, kom û lepik hatin pêşendan.

 (şx)

ANHA


Mijarên Din