Li Reqayê bazirganekî pereyên zêr ên sexte hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro bazirganekî lîreyên zêr ên sexte bi kar dianî girt.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî mijarê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: " "Hêzên Têkoşîna li dijî sûca birêxistinkirî bazirganekî lîreyên zêrîn ên sextet li Reqayê girt. Li cem bazirgan 506 lîreyên zêrîn ên sexte hebûn. Ew bazigan di dikanên zêr de kar dike û şêniyan dixapîne. Li ser agahiyekê ku hatiye ber destê Hêzên Têkoşîna li dijî sûcê ku mîna vî kesî heye, hêzên me dest bi lêkolînên pêwîst kirin. Li ser wê ew kes û di destê wê de lîreyên zêrîn ên sexte hebû hate girtin. Piştre sewqî komîteya dozgeriyê hate kirin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din