Li Reqayê 2 DAIŞ‘î hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li nêzî gundê Salihiyê yê bakurê bajarê Reqayê du DAIŞ`î girtin û gelek alav desteser kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser mijarê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya facebookê belav kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Hêzên me îro 27`ê Cotmehê li nêzî gundê Salihiyê yê dikeve bakurê Reqayê şaneyek terorîst girêdayî DAIŞ`ê girtin.

Saziya Ewlehiyê ya Giştî ya girêdayî hêzên me li bajarê Reqayê piştî şopandin û çavdêr du kes girtin. Herdu kesan li xwe mukur hatin ku endamên rêxistina DAIŞ`ê ne.

Dema hatin girtin ev tişt li gel wan bû:

Milyonek û 850 hezar lîreyên Sûriyê

21 telefonên berîkan (Mobile)

Demançeyek eyar 8.5

Dûrbînek

5 bombeyên destan

5 flaş

Laptopek hejmar 1

Erebeyek cureya Hyundai

2 çîfte

2 çapker

Hejmareke paseport û nasname

Tabloyên erebeyên sûrî, qeterî û iraqî

Hêzên me yên ewlehiyê xebatên xwe  yên ji bo paqijkirina bajarê Reqayê ji terorê didomîne.

Hêzên me di çend mehên dawîn de hejmarek şaneyên terorîst yên ku sivîlan yekeser kirin hedef girtin."

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din