Li Reqa, Tebqa û Dêrazorê xebatên perwerdeyê

Komîteyên Fêrkirin û Perwerdê yên  Reqa, Tebqa û Dêrazorê xebatên sererastkirin û restorakirina gelek dibistanan pêk anîn. Ji wê jî zêdetir mamoste perwerde kirin da ku rewşa xwendinê li herêmên rizgarkirî bê pêşxistin. Dibistanên amade 122 in û têra 415 hezar û 272 xwendekaran dikin.

Bi armanca pêşwazîkirina xwendekaran ji zêdetirî salên borî, Komîteyên Fêrkirin û Perwerdê li Reqa, Tebqa û Dêrazorê însiyatîfa sererastkirin û çêkirina dibistanan dest pê kir. Komîteya Fêrkirin û Perwerdê li Reqayê 32 dibistan sererast kirin. Komîteya Fêrkirina û Perwerdê ya Tebqayê dibistenek amade kir û 9’ên din jî sererast dike. Hejmara sererastkirina dibistanan zêdetirî li Dêrazorê ye û 81 dibistan li gundewarên Dêrazorê hatin sererastkirin.

Komîteya Fêrkirina û Perwerdê ya Reqayê dê 150 hezar xwendekar di 340 dibstanî de bi cih bike. Komîteya Fêrkirina û Perwerdê ya Tebqayê dê 65 hezar û 272 xwendekar di 195 dibistanan de bi cih bike û li Dêrazorê jî Komîteya Fêrkirina û Perwerdê dê zêdetirî 200 hezar xwendekar li 465 dibistanên gundewarên Dêrazorê yên hatine rizgarkirin, pêşwaz bike.

Di betlaneya havînê de, Komîteyên Fêrkirin û Perwerdê li herêmên rizgarkirî dewreyên gihandina mamosteyan vekirin. Dewre 2 mehan berdewam kirin. Mamoste fêrî çawaniya dersdayînê ya tevahî madeyan li gor pisporiyan, bûn. Hejmara mamosteyan li Reqayê gihaşt 5 hezar û 500 mamosteyî.

Di vê çarçoveyê de Komîteyên Fêrkirina û Perwerdê ya Tebqayê  2 hezar û 484 mamoste û Dêrazorê 5 hezar û 475 mamoste ji bo sala nû amede kirin.

Li gor komîteyên Fêrkirin û Perwerdê hejmara xwendekaran ber bi zêdebûnê ve diçe. Di sala borî de hejmara xwendekarên Dêrazorê 182 hezar bû. Dê îsal bigihîje zêdetirî 209 hezar xwendekaran. Li Tebqayê sala borî 45 hezar û 272 xwendekar bûn, lê îsal bû 65 hezar û 272 xwendekar. Li bajarê Reqayê hejmara 110 hezar xwendekar bû, lê îsal dê bigihîne zêdetirî 150 hezar xwendekarî.

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din