Li Qubirsê rêzeteqînên dijwar

Îro berpirsê parçeyê bakurê gireva Qubirsa parçekirî, ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dargirkirin, got ku piştî şewata herêma leşkerî rêzeteqînan depoya tegemeniyan hejand, di encamê de çend kes bi sivikî birîndar bûn. 

Wezîrê Karê Derve yê bakurê Qubirsa parçekirî Kordit Ozersay ser rûpela facebooka xwe nivîsandibû ku ji ber rêzeteqînên li herêma leşkerî ya rojhilatê Kyrenia hate dorpêçkirin. Kyrenia bajarokekî dîrokî yê bakurê beravê û herêmeke geştiyariyê(Turizm) ye.

Ozersay wiha axivî: "Mixabin li herêma leşkerî ya rojhilatê Kyrenia rêzeteqînên dijwar pêk hatin, desthilata herêmê û polîsan banga dûrxistina ji welatiyan kirin."

Di heman çarçoveyê de Wezîrê Parastina Tirkiyê ku bi rêya 30 hezar leşkerî herêm dagir kir, got hêj sedema teqîna yekemîn ku di saet 1:30 deqan de pêk hat, nehatiye naskirin û komîteya lêpirsînê dest bi karê xwe kirine.

Kanala(CNN) dîmenên teqînên dijwar û duma asmanê herêmê diyar kirin.

Tirkiyê bersiva derbeya asîna ya bi armanca yekîtiya Gireva Yûnanê da, bakurê Qubirisê di salên 70`yî ji serdema derbasbûyî de dagir kir û heta niha leşkerên Tirkiyê lê bi cih in.

Piştî Tirkiyê Qibirs dagir kir, Qubrisa bakur serxwebûna xwe di 15`ê 1983`an ragihand û tenê ji aliyê Tirkiyê ve îtîraf pê heye.

(eh)


Mijarên Din