Li Qamişloyê navendên belavkirina nan zêde dibin

Rêveberiya Firinan a herêma Cizîrê li ser bangewaziya şêniyan ji bo sivikkirina aloziya nan, dest bi zêdekirina navendên belavkirina nan di nava taxên bajarê Qamişlo de kir.

Têkildarî mekanîzmeya navendên belavkirina nan li taxên bajarê Qamişloyê û asta sûdgirtina şêniyan ji wan navendan, şêniyên Qamişloyê ji ANHA`yê re axivîn.

Taêl Şiblî Şêx Hesen ji taxa Kornîş a bajarê Qamişloyê ye û got: "Vekirina navendên belavkirina nan gaveke baş e. Êdî em zehmetiyan di peydakirina nan de nakişînin."

Şêx Hesen wiha domand: "Dema her navendek taybet a taxekê bû yan jî ya taxên dorê bû, mekanîzmaya belavkirina nan baş bû. Lê piştî ku şêniyên taxên din hatin û ji heman navendê nan birin, aloziya nan careke din derket. Em ji şêniyên taxa ku navenda belavkirina nan lê heye, lê dîsa jî em nikarin nan ji navendê bikirin."

Şêx Hesen bang li aliyên pêwendîdar kir ku hejmara navendên belavkirina nan di nava taxan de û hejmara tûrikên nan zêde bikin, ji ber ku parên nan ên heyî pêwistiya şêniyan peyda nakin. Şêx Hesen bal kişand ser ku heger nan ji navendê bi dest nexe, neçar dimîne nanê siyahî yê biha bikire. Şêx Hesen bang li şêniyan kir ku her yek tenê pêwîstiya xwe ji nan bikire û di dora nan de li ber navendan tedbîrên xweparastina ji Koronavîrusê bigirin.

Welatiyê bi navê Waêl Cuma yê ji taxa Hilko ya Qamişloyê ye lê nanê xwe ji navenda frotina nan a taxa Kornîş peyda dike. Cuma îşaret bi girîngiya avakirina navendên belavkirina nan kir û got ev gaveke pir baş e. Cuma destnîşan kir ku sedema aloziya nan ew e ku şêniyên 5 taxan nan ji navendekê peyda dikin. Her wiha li hin taxan jî navendên belavkirina nan tune ne ji ber wê neçar dimînin bên taxa Kornîş û nan bikirin.

Waêl Cuma banga zêdekirina hejmara navendên belavkirina nan di nava taxên Qamişloyê de kir da ku aloziya li pêşiya navendan sivik bibe.

Der barê xwestekên şêniyan de ji bo zêdekirina hejmara navendên belavkirina nan, hevserokê Rêveberiya Giştî ya Firinan a herêma Cizîrê Mehmûd Ehmed diyar kir ku ew bi koordîneya Meclisa Navçeya Qamişloyê re amadekariyên zêdekirina navendên belavkirina nan dikin.

Li gorî Ehmed di destpêka hefteya bê de dê 7 navendên din di nav taxên bajarê Qamişloyê de bêne vekirin. Bi vê yekê hejmara wan digihêje 20 navendan. Ehmed got wê bi koordîneya bi komînan re kartan li şêniyan belav bikin, bi şêwazekê ku her navendek nan ji 300-400 malan re peyda bike.

Mehmûd Ehmed wiha pê de çû: "Dê mutemed di nava taxên bajêr de dûrî navendên belavkirina nan werin diyarkirin. Da ku alîkariyê bikin û aloziya ku li pêşiya navendan derdikeve sivik bibe. Ev gav ji îro de destpê dike. Piştî koordîneya bi komînan re em ê mutemedan di firinên nîvotomatîk de diyar bikin da ku hejmara tûrikên nan zêde bibe. Wê kartên taybet bêne belavkirin. Hejmara tûrikên nan li gorî mezaxtina şêniyan dê werin zêdekirin."

Di dawiyê de Mehmûd Ehmed got wan hemleyên hişyariyê ji şêniyan re li nêzî navendan pêk anîne. Şênî jî li gorî wan hişyariyan tev digerin. Mehmûd da zanîn ku ew rojane li ser navendan û firinan digerin da ku kalîteya nan û rewşa tûrikên nan bişopînin.

)bx(

ANHA  


Mijarên Din