​​​​​​​Li Qamişloyê navendeke tiba xwezayî hat vekirin

Duh li Qamişloyê bi destê komeke jinan ‘Navenda Ninhursag a Tiba Xwezayî û Piştgiriya Derûnî’ hate vekirin.

Komeke jinan duh li Kolana Şehîd Rênas a Qamişloyê bi amadebûna rêxistinên jinan, Navenda Ninhursag a Tiba Xwezayî û Piştgiriya Derûnî vekir.

Têkildarî mijarê, pispora tiba xwezayî Şêrîn Welat ji ajansa me re axivî. Şêrîn anî ziman ku li navendê beşa gihayan û enerjiyê, enerjiya rengan û dermankirina xwezayî ya derûnî ya bi rêya av, agir û axê heye.

Şêrîn Welat got: "Bijîşkên bi me re dixebitin, pisporên dermankirina fîzyoterapî û mesaja bi rêya zeyta xwezayî ne. Her wiha ji dermankirina bi kevirê krîstal, teşxîsa derûnî û bi rêya mêşên hingiv jî fêm dikin. Di heman demê de em ê kesên bi nexweşiya otîzmê ketine jî derman bikin."

Şêrîn Welat da zanîn ku wan beşa yogayê jî vekiriye û destnîşan kir ku wan bi gelek yekitiyên werzîşê re li hev kiriye da ku herî kêm di hefteyê de rojekê rahênanan ji wan re çêkin.

Şêrîn Welat diyar kir ku ew ê nexweşiyan li gorî bernameya ku rojane were nivîsandin, derman bikin û her wiha ew ê ji bo kesên dixwazin tev li xebata wan bibin, dewreyên dermankirina derûnî vekin ku xwe di warê zanistî de bi pêş bixin.

Şêrîn Welat got di halê hazir de 4 bijîşk bi wan re dixebitin û 6 beş li navendê hene; dermankirina bi rêya gihayan, zeyt û dermankirina fîzyoterapiyê, yoga û têgihîştina tenduristî.

Têkildarî armanca wan jî Şêrîn Welat got: "Armanca me zindîkirina cewherê civakê ye ku xwe bi xwe xwe derman bikin û li gorî madeyên xwezayî parastina tenduristiya xwe bikin."

Şêrîn Welat da zanîn ku ew ê di siberojê de gihayan li herêmê biçînin û ji derve naxwazin, her wiha alava derxistina zeytê anîne da ku masajê pê bikin û li her kantonekê navendekê vekin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din