Li Qamişloyê ji bo pêşîlêgirtina şewata zeviyên çandiniyê tedbîr hatin girtin

Meclisa Kantona Qamişlo, ji bo mewsima çandiniyê ji şewatan biparêze tedbîr girtine.

Berhevkirina mewsima îsal nêzîk dibe. Ji bo pêşlîgirtina şewatan Komîteyên Rewşên Awarte gelek tedbîr girtin.

Par li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber şewatê bi deh hezaran zevî beriya werin çandin bûne xwelî.

Li gorî Desteya Aborî û Çandinî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdeyî 435 hezar û 500 donim şewîtin û 14 sivîl, leşker, endamên Asayîşê û tîmên agirkujiyê yên ku şewat ditefandin, şehîd bûn.

KOMÎTEYA REWŞÊN AWARTE

Ji bo rêgirtina li ber şewatan komîteyên rewşên awarte hatin avakirin.

Li kantona Qamişloyê Komîteya Rewşên Awarte ji Şaredariyên Gel, Hêzên Asayîşê, Hêzên Parastina Civakî (HPC), Yekîtiya Cotkaran, Komîteya Çandinî û Aborî, meclis û komînan pêk tê. Şaxên komîteyê li hemû navçe û bajarokan hene. Tê payîn ku ji bo rewşên şewatê hejmarên telefonê ji bo her herêmeke werin diyarkirin.

MEKANÎZMEYA KAR

Komîteya Aborî û Çandinî û Yekitiya Cotkaran bi buroyên xwe re koordîneyê dikin. Erka wan karê girêdayî patozan bi rêve bibin, wan tomar bikin û pêwîstiyên wan bi cih bînin. Şardariyên Gel amûrê nagirkujiyê û sarîcên avê amade dikin û rêyên xirabûyî sererast dikin. Erka Hêzên Asayîşê jî dewriyeyan li derdora zevî bimeşînin. Her wiha nobeta parastina zeviyan dê 24 saetan ji aliyê Hêzên Parastian Civakî ve were meşandin.

ENDAMÊN TÎMA AGIRKUJIYÊ AMADE NE

Endamên Tîmên Agirkujiyê yên Şaredariyên Gel a  Qamişlo li ser çawaniya meşandina kar, dermandarkirina birîndarên şewatan perwerde dibînin. Her wiha perwerdeyên bedenî û dirûnî jî dibînin da ku amade bin. Şaredariyên Gel heta niha 8 kom perwerde kirine.

Ajokarê erebeya agirkujiyê Nesredîn Hesen got: “Beriya mewsima çinînê dest pê bike me dewriyên perwerdeyê pir kirine. Tîmên ku perwerde dîtine amade ne."

Endamê rêveber a Tîma Agirkujê ya Şaredariyên Gel ê kantona Qamişloyê Hisên Mihemed got: “18 erebeyên agirkujê hatine amdaekirine. Di her erebeyekî de ajokar û 5 endamên agirkujiyê cih digirin. Beriya mewsim dest pê bike dê li gorî planên hatine danîn li nuqteyên diyar werin belavkirin.”

DI NAVA 24 SAETAN DE DEWRIYEYÊN PARASTINÊ

Di warê parastinê de, Hêzên Asayîşê û Hêzên Parastina Civakê di nava amadekariyan de ne. Mînak dê 100 endamên HPC, 24 saetan li gorî nobetan parastina gundên Qamişloyê bikin.

Endamê rêveber  ê HPC‘ê yê bajarê Qamişlo Nebîl Îsmaîl jî wiha got: “Wekî HPC em hertim ji bo parastina şêniyan amade ne. Niha asta amadekariyên me di lûtkeyê de ne. Mîsyona me parastina mewsimê çandiniyê ye. Em di rewşeke seferberî de ne heta çinîn bi dawî bibe."

Çandinî jêdera sereke ya aboriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, hemû tedbîr ji bo parastina zeviyan ji şewatan e.

Rêveberiya Xweser par piştgirî da cotkarên ku zeviyên wan şewîtîne, tovê genim û ceh bê pere li wan belav kirin.

ANHA


Mijarên Din