Nexweşiya penceşêrê ya gerdena malzarokê cûreyek ji cûreyên ku di şaneyên gerdena malzarokê de çêdibe, ye. Sedema nexweşiya penceşêra gerdena malzarokê, guhertina di şaneyên DNA`ê ne.
Her sal di meha Çileyê de der barê parastin û xweparastina jinan a ji penceşêra gerdena malzarokê de li gelek deverên cîhanê semîner tên dayîn.
Li bajarê Qamişlo Weqfa Jinên Rewşenbîr ji mamosteyan re semîner li ser rêbazên parastina ji nexweşiya penceşêra malzarok organîze kir. Bi dehan mamaosteyên jin di semînerê de amade bûn.
Şêwirmenda tenduristî ya Heyva Sor a Kurd Edla Eyo semîner da. Edla behsa şêwazên parastin û xweparastina ji penceşêra malzarokê bi giştî kir û sedemên vê nexweşiyê di semînerê de bi wêneyan hat şîrovekirin. Her wiha jin hatin hişyarkirin ku divê ji bo xweparastin û parastina ji penceşêra malzarokê, serdana pisporên nexweşiya penceşêrê bikin.
Her wiha Edla du rêbazên sereke ji bo xweparastina ji penceşêra malzarokê eşkere kirin ku divê jin ji kişandina çirxareyan bi dûr bikevin û hay ji qelewbûna bedenê hebin.
(sb)
ANHA