Li Qamişlo teqîn- Hate Nûkirin

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ewlehiyê dane, teqîna beriya çend kêliyan li bajarê Qamişlo rû dabû, şaneyên çeteyên DAIŞ‘ê bi erebeyeke bombebarkirî pêk aniye ku piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ketine nava liv û tevgerê.

Beriya çend kêliyan li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo teqînek pêk hat. Teqîn li Kolana Munîr Hebîb li nêzî Xwaringeha Omerî çêbû.

Nûçegihanên me ji cihê teqînê ragihand ku birîndar hene û dibe ku şehîdên sivîl jî hebin.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, teqîn ji aliyê şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê ve bi erebeyeke bombebarkirî hatiye birêvebirin ku piştî êrîşên dagirkeriya Tirk ji nû ve ketine nava liv û tevgerê.

(bb)

ANHA

 


Mijarên Din