Li Qamişlo şêniyan wêneyên Erdogan şewitandin

Şêniyên bajarê Qamişlo piştî agahiyên ku şewat li girava Îmraliyê derketiye, wêneyên serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan şewitandin.

Şênî piştî agahiyan ku şewat  li girava Îmraliyê derketiye ku rêber Ocalan li giravê di zindanê de ye, daketin qadan û li pêşiya navenda Komseriya Penaberan a NY`yê ya li bajarê Qamişlo kom bûn.

Şêniyên ji bo rewş û  selametiya rêber Abdullah Ocalan daketine qadan, wêneyên serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan şewitandin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din