​​​​​​​Li Qamişlo sersaxiya du şehîdan, li Şedadê jî şehîdek hate oxirkirin

Bi dehan şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbatên her du şehîdên bi navên Hozan û Şevreş li bajarê Qamişlo xwestin. Li aliyekî din jî bi sedan şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Basim Hisên li Goristana Şehîdan a Şedadê oxir kir.

QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo, serdana konê sersaxiyê yê şehîd Şevreş û Hozan ku li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo kirin û sersaxî ji malbatên herdu şehîdan re xwestin.

Konê sersaxiyê yê şervanê (YAT) Elî Elî (Şevreş Qamişlo) û şervanê YPG`ê Omer Dînçer (Hozan Peyaniş) yên ku duh cenazeyên wan li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hatin veşartin, bi alên YPG, YPJ, QSD`ê, wênyên herdu şehîdan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatibû xemlandin.

Hevreyên herdu şehîdan, endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC), PYD, endamên Kongreya Star û endamên saziyên civaka sivîl beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.

Li kon merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Paşê, endama Kongreya Star Henîfa Hesen axivî û sersaxî ji malbata herdu şehîdan re xwest.

Konê sersaxiyê heta saetên şev wê vekirî be û herîka gel ber bi kon ve, dewam dike.

HESEKÊ

Li navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê jî îro bi sedan şêniyên Şedadê bi merasîmeke girseyî cenazeyê şervanê QSD`ê şehîd Basim Hisên ê ku di 26’ê Hezîrana borî de şehîd bûbû, oxir kir.

Şênî bi karwaneke bi dehan erebe ji pêş Meclisa Malbatên Şehîdan ber bi goristanê ve ketin rê.

Li goristanê, merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate destpêkirin. Piştre,  hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Nacî Nicom axivî û diyar kir ku şehîd xwediyên keda destpêkê û dawîn di pêkanîna azadiya gelan de ne û dê tevahî xaka Sûriyê ji qirêjiya dewleta Tirk a dagirker, DAIŞ û Cebhet El-Nusra bên paqijkirin.

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Şedadê, fermandarê meclisê Hac Salih piştrast kir ku dê rêça şehîdan bişopînin, têkoşîn û berxwedanê bilind bikin.

Piştî axaftinan, Endama Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Zehra Ehmed wesîqeta şehadetê xwend û radestê malbatê kir.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd li Goristana Şehîdan a Şedadê bi tiliyên dayik û dilsoziya bi şehîdan re hate  veşartin.

fr

ANHA    


Mijarên Din