Li Qamişlo qezayeke bi êş

Ji bo ku tev li sersaxiya bavê xwe bibe yê ku di encama qezayek tirafîkê de jiyan xwe ji dest dabû, ji Ewropayê vegerî. Lê di qezayek tirafîkê de li ser rêya Sêmalka jiyana xwe ji dest da.

Malbatek ji gundê Heremê Şêxo yê Qamişlo rastî bûyerek bi êş hat. Di encama qezayeke tirafîkê de ciwanê bi navê Hemo Hesen jiyana xwe ji dest da û hejmarek ji endamên malbatê birîndar bûn.

Qeza li ser rêya deriyê Sêmalka pêk hat. Hemo Hesen tevî malbata xwe diçûn deriyê da ku derbasî Başûê Kurdistanê bibe û ji wir vegere Ewropayê. Hemo beriya çend rojan ji bo wefeta bavê xwe yê ku di encama qezayek tirafîkê de jiyana xwe ji dest dabû vegeriyabû gund. Lê ew jî bi qezayek tirafîkê wefat kir.

Di encama qezayê de Hemo jiyana xwe ji dest da, dayîk, bira û xwişka wî birîndar bûn. Ji aliyekî din ve rewşa dayîkê  kirîtîk e.

(şx)

ANHA


Mijarên Din