Bi tevlîbûna pêkhateyên herêma Cizîrê Kurd, Ereb û Suryan 16‘emîn salvegera damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Stada nixumandî ya Hîzama Bakur a bajarê Qamişlo hate pîrozkirin. Nûnerên partiyên siyasî, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê û hevseroka PYD‘ê Eyşe Hiso beşdar bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtin Hevserokê PYD‘ê salvegera damezirandina partiyê pîroz kir û got: "Ev partî bi partiya şehîdan tê naskirin. PYD‘ê di xeta têkoşînê de û di oxira pêkanîna avakirina Sûriyeke demokratîk azad de gelek şehîd dane."
Eyşe pêşengên partiyê yên şehîd, Şîlan û hevalên wê, Osman Dadelî, Xalid Kotê bi bîr anî û anî ziman: "Partiya me fikr û nêrînên Rêber Ocalan ji xwe re esas girt ku dikarî xisûsên mûzayîka Rojhilata Navîn û cewherê jina azad fêm bike. Dema me felsefeya netewa demokratîk esas girt em bûn hedefa pergalên desthilatdar û yên diktator."
Eyşe Hiso wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi derbasbûna 16 salan ji ser têkoşîna partiyê me û derbasbûna zêdeyî 8 salan ji şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re em dikarin bêjin ku hêzên me yên leşkerî YPG, YPJ û QSD hefsengiyên hêzan guhert û planên li dijî gel û herêmên me vala derxist ku ti kes nikare rola wê ya di şerê li dijî terorê paşguh bike."
Şahî bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.
ANHA