Li Qamişlo platform jinan a têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk

Li bajarê Qamişlo, jinan têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser hermên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina jinan platformek li dar xist.

Buroya jin a PYD`ê di bin dirûşmeya "Na ji siyaseta qirkirin û talankirinê derheqê gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê" platformek bi amadebûna jinên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û têkiliyên diplomasî û mafparêz re li parka xwendinê li bajarê Qamişlo li dar xist.

Platform ji aliyê endama buroya meclisa jin a PYD`ê Sebah Cuma ve hate birêve birin.  Di platformê mijarên destekdayîna dewleta Tirk a bi opozisyînê re û êrişên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi tyabet hedefgirtina jinan hate nîqaşkirin.

Jinên beşdar dane zanîn ku tiştê niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didi û taybet li Serêkaniyê û Girê Spî, encama planên dagirkeriya Tirkiyê ne. hate gotin ku dewleta Tirk bi dîroka xwe ya reş tê naskirin, ku çawa komkujî derheqê gelên herêmê pêk anî mîna komkujiya Ermeniyan  ya sala 1915‘an.

Beşdaran dane xuya kirin ku Tirkiyê ji destpêka damezrandina wê hewl dide gelan bihelîne û rastiyên dîrokê berovaj bike. Her wiha diyar kirin ku dewleta Tirk ji destpêka şoreşa Sûriyê ve komên çeteyan re di bin navê opozisyona çekdar de, ji bo ji hevxistina tevna Sûriyê û têkbirina tecrûbeya demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar anî.

Her wiha jinan destnîşan kirin ku dewleta Tirk hewl dide peymana Milî pêk bîne û bi rêya çeteyên xwe xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, mîna li Cerablûs, Bab û cihên din kir, her wiha aloziya xwe ya hundirîn ku her roj xirabtir dibe derxe derve.

Jinên beşdar îşaret bi gefên Erdogan ên dawîn derbarê dagirkirina bajarê Kobanê kir û diyar kirin ku bajarê Kobanê bajarê berxwedanê ye û bi berxwedaneke mezin û lehengiya YPG û YPJ rizgar bû, beşdaran gotin ku gefên Erdogan piştî kuştina Bexdadî pêk hatin û armanca wê di kesayeta Kobanê de tolê rabike.

Jinan behsa rola jinan di şoreşa 19`ê Tîrmehê de kirin û gotin,  beriya şoreşê rola jinan tine bû, lê şoreşê derî li pêşiya jinan vekir da ku rol, hêz û îradeya xwe bilîzin, cihê yê rast di civakê de girtin û dengê wê digihêje hemû cîhanê, her wiha rola wê ya di asta fermandariyê di YPJ`ê de gaveke serkeftî ye.

Di dawiyê de jinan diyar kirin ku dagirkeriya Tirk armanc dike îradeya jina azad bişkîne û sekretera giştî ya Partiya Sûriyê Pêşerojê Hevrîn Xelef kir hedefa xwe û bi hovane ew qetil kirin, mînaka vê yekê ye.

(jo)

ANHA


Mijarên Din