Li Qamişlo mîhrîcana 5’emîn a Hunera Zarokan bi dawî bû

Îro çalakiyên Mîhîrcana 5’emîn a Hunera Zarokan ku ji beriya 3 rojan bi diruşma ‘Em zarok simbilên jiyanê ne’ bi dawî bû.

Bi rasthatina Roja Cîhanê ya Aştiyê di 1’ê Îlonê de Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê, li ser dikeya Navenda Aram Tîkran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlan a kantona Qamişlo Mîhrîcana 5’emîn a Hunera Zarokan, li dar xist.

Çalakiyên mîhrîcanê 4 rojan bi beşdariya 19 tîmên cihêreng ên ji navçe û bajarên kantona Qamişlo, berdewam kir. Tîman şano, stranên floklorî û govendên gelêrî pêşkêş kirin.

Di çalakiyên roja 4’emîn a dawî de bi sedan zarok û şêniyên navçeyên Girkê Legê û Dêrikê amade bûn.

Çalakiyên Mîhrîcana 5’emîn a Hunera Zarokan bi pêşkêşkirinên tîma Kulîlkên Rojava ya Qamişlo, tîma Zarokên Rimêlanê, tîma Ronahiya Stêrkan a Til Hemîsê, tîma Şehîd Serhed a Rimêlanê, dest pê kirin.

Tîma Ronahiya Strêkan a Til Hemîsê û tîma Tiyatra û Saryan Baran şano pêşkêş kirin.

Xebatên Mîhrîcana 5’emîn a Hunera Zarokan bi pêşkêşkirina tîma Vejandina Çand û Esaletê a navçeya Til Koçer bi komek ji govendên gelêrî, bi dawî bûn.

(fr)

ANHA


Mijarên Din