Li Qamişlo li dijî dewleta Tirk meş

Şêniyên Qamişlo li dijî liv û tevgera Tirkiyê ya li ser sînorê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrîşên dagirkeriyê ku artêşa Tirk li herêmên Başûrê Kurdistanê pêk tîne, meşek li dar xist.

Ji 27`ê meha Gulanê ve artêşa Tirk bi hemû çekên giran û balafirên şer êrîşî gundên li Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û der heqê sivîlan de komkujî pêk anîn. Komkujya dawîn jî ya Kortekê bû ku di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Li hemberî van kiryaran hikumeta Iraqê, hikumeta herêma Kurdistanê, derdorên navneteweyî û herêmî di nava bêdengiyekê de bûn.

Her wiha artêşa dewleta Tirk li ser herêmên beramberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê liv û tevgera xwe ya leşkerî zêde dike.

Li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û liva li ser sînorê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hezaran ji pêkhateyên herêma Qamişlo ji ber Çerxerêya Osman Sebrî ya rojhilatê bajarê meşek li dar xist.

Xwepêşandêran pankartên şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk  û sloganên şermezarkirina bêdengiya hikumeta Iraqê û herêma Kurdistanê berz kirin.

Tê payîn ku piştî meş bi dawî bibe, girse ber bi konê sersaxiyê yê şehîd Sînanê Sor (Alî Aktaş), Serhat Amanos (Emrullah Dursun), Navdar Sînegir (Mîkalî Ozdemîr), Serhat Şafak (Vehîp Tekîn) û Şiyar Feraşîn (Celal Ozturk) ên ku di encama êrîşa artêşa Tirk a 21’ê Adarê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbûn ve biçe.

(eh)

ANHA


Mijarên Din