Li Qamişlo komxebata nirxandina rewşa heyî û girîngiya yekîtiya Kurdî

Li Qamişlo têkildarî rewşa heyî û girîngiya yekitiya Kurdî komxebateke siyasî bi beşdarbûna hejmareke mezin a partiyên siyasî hate lidarxistin.

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê – Qamişlo bi armanca nirxandina rewşê û banga rûniştina li ser maseyekê li partiyên Kurdî komxebateke li dar xistin.

Komxebat bi navê "Rewşa heyî û yekîtiya refa Kurd" li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dark et.

Şandeyeke ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, endamên saziyên civaka sivîl, endam û nûnerên partiyên kurdî wekî "Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê, Partiya Rêkeftin, Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Aştiya Demokratîk, Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, kesayetên serbixwe û rewşenbîr di komxebatê de amade bûn.

Di komxebatê de du mijar hatin nîqaşkirin. Mijara yekemîn; nirxandina rewşa heyî û hebûna Amerîka û Rûsya li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û diyalogên di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê de. Mijara duyemîn; girîngiya zelalbûna nêrînên partiyên siyasî yên Kurdî yên Rojava  û yekîtiya refa Kurdî û derbaskirina astengiyên li pêşiya yekitiya refa kurdî derdikevin.

Di destpêkê de dîwana komxebatê hate hilbijartin. Endamên dîwanê j endamê Buroya Siyasî ya Partiya Pêşverû ya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Ehmed Silêman, Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso û cîgirê serokê partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) Mustefa Meşayîx pêk dihat.

Komxebat bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê şaxê Amûdê mijara yekemîn a komxebatê ya nirxandina rewşa heyî û hebûna Amerîka û Rûsya li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û diyalogên di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê de şîrove kir.

Di r vê mijarê de Hevserokê TEV-DEM‘ê Xerîb Hiso got: "Di çarçoveya şoreşa Rojava de em di pêvajoyên leşkerî û siyasî pêşketî û cûda re derbas bûn ku bandorên wê li ser pêşketinên li giştî herêmê bi taybet li Sûriyê û siyaseta cîhanê diyar bûn. Gelek hêzên ku mûdaxeleya Sûriyê kirin ti xizmet ji bo şoreşê û gelê Sûriyê pêşkêş nekirin. Berovajî wê Sûriyê gihandin aloziyeke pir mezin ku bi hembûna hêzên derve çareserî pêk nayê. Li ser vê yekê divê çareserî Sûrî-Sûrî be. Hemû cûreyên dagirkirinê li Sûriyê werin bidawîkirin da ku welatiyên Sûriyê karibin welatê xwe bi îradeya xwe ji nû ve ava bikin."

Hiso di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser diyalogên bi rejîma Sûriyê re û diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêkê ve  ragihandû ku ew amade ye bi hemû aliyan û rejîma Sûriyê re diyalogan pêk bîne da ku çareseriyeke mayînde ji aloziyê Sûriyê re peyda bibe û dagirkeriya Tirk a li Sûriyê bi dawî bibe. Hiso bi bîr xist ku rejîm heta niha ti niyetên baş nîşan nedeya û bi hişmendiya kevn a înkarkirinê berdewam e û qebûl nake gelê Sûriyê bi taybet gelê Kurd maf û azadiya xwe bidest bixe.

Hiso îşaret bi vê yekê kir ku rejîma Sûriyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve û heta niha serdana nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne kirin û daxwazên wan guhdar nekiriye û got: "Piştî dagirkirina Tirkiyê hin beşên ji herêmê rejîmê Sûriyê kesayetên xwe şandin herêmê da ku bi şêxên eşîrên Ereb re hevdîtinan bike. Bi vê yekê hewl dide fitneyê derxîne û yekitiya gelên herêmê yên DAIŞ‘ê têk birine û li dijî dagirkeriya Tirk şer dikin ji hev bixîne."

Xerîb Hiso bang li aliyên Kurdî kir ku yekîtiya xwe ava bikin da ku karibin li hemberî komployên li dijî gelê Kurd û destkeftiyên wê bisekinin.

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Pêşverû ya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Ehmed Silêman bal kişand ser hebûna Amerîka û Rûsya li herêmê "Hebûna Rûsya û Amerîka li Sûriyê tiştekî normal e, ji ber  ku ne rejîma Sûriyê û ne jî opozisyon di çareserkirina aloziya Sûriyê de xwedî biryar in bi çareserkirinê nafikirin. Lê belê gelê Sûriyê  dibin qurbaniyên nakokiyên rejîm û opozisyonê. Tekane hêza xwedî projeya rasteqîn a çareserkirina aloziyê  û li hemberî destwerdanên derve de  disekine li dijî wê komployên navdewletî û herêmê têne kirin da ku projoeya wê ya demokratîk têk bibin û hewl didin hêzên Kurdî yên pêşengtiya vê projeyê dikin lewaz bikin. Li ser vê yekê divê partiyên me ji van xeteriyan hayedar bin û giraniyê bidin yekîtiya Kurdî da ku karibin li ber planên qirkirin û guhertina demografîk li dijî gelê me bigirin."

Cîgirê serokê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) Mustefa Meşayîx girêdayî mijara yekemîn, anî ziman ku dewletên mezin li ser xaka Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe şer dikin, rewşa li Sûriyê xirabtir dibe û rêjîm hna hewl dide Sûriya vegerîna rewşa beriya 2011‘an, lê ev yek wê ne pêkane be.

Di mijdara duyamîn de bi navnîşan zelaltî û siyaseta partiyên siyasî yên kurdî li Rojava û yekrêziya refa kurdî, astengiyên li hember yekrêziya refa kurdî hatin nîqaşkirin. Tê de Xerîb Hiso, Ehmed Selman û Mistefa Mişayix axivîn.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku "Kurdistan bi giştî di pêvejoyek hesas û çaranûsî re derbas dibe. Êriş li ser tevahiya gelê kurd çêdibin. Kurd li pêşberî xeteriyeke mezin in ku xaka wan a dîrokî tehdîd dike. Çareseriya tekane ji bo xilaskirina gel yekrêziya kurdî û avakirina lêvegerek siyasî kurdî hevgirtî ye ku bi navê gel diaxive û wî diparêze."

Axaftvanên vî beşî teqez kirin ku pêwîst e partiyên siyasî yên kurdî berjewendiyên xwe yên teng deynin aliyekê û ji bo berjewendiya gelê kurdî bidin bixebitin.

Her wiha destnîşan kirin ku artêşa Tirk a dagirker hebûna hinek partiyên kurdî di nav Îtîlafê de bikar tîne ji bo ku raya giştî girêdayî rastiya doza kurdî bixapîne. Lewra divê ew partî li xwe vegerin û bi dagirkeriyê re di rijandina xwîna kurdî nebin şirîk. Divê di girtîna biryarek hevgirtî de ji bo berjewendiya gelê kurd li Sûriyê û tevahiya kurdistanê bibin şirîk.

Pişt nîqaşên du beşan, deriyê nîqaş ji beşdaran re hate vekirin. Beşdaran bi mudexeleyên xwe de hinek partiyên siyasî yên ku berjewedniya giştî ya kurdî nanêrin rexne kirin. Her wiha teqez kirin ku ev pêvajo ne pêvajoya nakokiyên siyasî ye. Ji ber ku gel rastî qirkirin û koçberiyê ji ber êrişên Tirkiyê tê. Ev pêvajo pêvajoya bidestxistina destkeftiyan û diyarkirina çaranûsê ye.

ANHA


Mijarên Din