Li Qamişlo ji bo pirsgirêka avê çareyên demkî

Gerînendetiya Avê ya bajarê Qamişlo çareseriyên demkî yên ava bajêr bi rêya danîna planên demkî peyda kirin. Her wiha aliyên rojhilat û rojava dê wekî hev av lê bê belavkirin.

Hin taxên bajarê Qamişlo ji ber kêmbûna ava vexwarinê azar dikişandin. Li gorî wê jî giliyên xwe rakirin Gerînendetiya Avê ya Qamişlo. Li ser vê bingehê jî gerînendetiyê dest bi çavdêriya li hemû dînamoyên avê kirin. Hat dîtin ku hin pirsgirêk di torên ava taxa Siyahî de hene. Ji wê zêdetir jî hin endamên rejîmê di goşeya ewlehiyê de li naverasta bajêr henefiyên avê yên li stasyona Cexcex ku av dida şêniyan, girtin. Li aliyekî din jî hin ji şêniyan bi henefiyên avê dilîstin. Di torên sereke de jî kun hebûn û av diherikî. Yek ji sedemên din jî bê ser û ber xerckirina avê bû.

Gerînendetiya Avê dest bi restorakirina torên avê yên xirabûyî kir. Piranî ji wan hatin sererastkirin. Gerînendetiyê sîstema torên avê danî. Ew jî her 2 rojan av ji van aliyan re tê berdan. Ji aliyê rojava re rojek û ji aliyê rojhilatê re jî rojek din.

Ji bajarê Qamişlo re ji gelek aliyan ve ava vexwarinê tê peydakirin. Ji wan jî stasiyona Sefan ku ji 600 heta bi 700 m3 di saetekê dide. He du stasiyonên taxên Hilêliyê û Uwêca bi rêjeya ji sedî 75 avê didin û ev rêjeya xwezayî û baş e. Her wiha jî stasiyona Cexecx a ku dikeve goşeya ewlehî ya li naverasta bajarê Qamişlo ya ku pirî caran endamên rejîmê desthilatiyê li ser dikin, heye. Li gor aliyên peywendîdar ava ku ji bajarê Qamişlo re tê têra pêdiviyên tevahî şêniyan dike.

Girêdayî mijarê, şêniyên taxa Siyahî diyar kirin ku pirsgirêka avê bi awayekî rêjeyî hate çareserkirin. Lê hin mal hene ku av nagihîje wan. Di vê çarçoveyê de jî Şukrî Keleş ji şêniya aliyê rojava ye da zanîn ku her du rojan carekê av digihîne taxê.

Hevseroka Komîteya Lêkolînan a Gerînendetiya Avê li bajarê Qamişlo Evîn Ehmed anî ziman ku gerînendetiyê hewl da pirsgirêka avê ji binî ve li bajarê Qamişlo çareser bike û got: “Hin projeyên pêşerojê yên rêxistinkirina torên avê li bajêr hene. Lê der barê wan de tu agahî neda.”

Der heqê negihaştina avê li hin malan de Gerînendetiya Avê ya bajarê Qamişlo got ku di torên avê yên wan malan de pirsgirêk hene. ji lew re av nagihîje wan.

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din