Li Qamişlo û Hesekê çalakiyên kon berdewam in

Li Qamişlo û Hesekê çalakiyên kon ên ji bo piştgiriya berxwedana greva birçîbûnê ya di girtîgehên dewleta Tirk de di roja 6'an de didomin.

Çalakî bi diruşmeya "Bi rihê berxwedana zindanan, teqez em ê bi ser bikevin" ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve hate lidarxistin. Konên çalakiyê bi alên Tevgera Ciwanên Şoreşger, wêneyên rêber Abdulah Ocalan û wêneyên şehîdan hatine xemilandin. Bi dehan şênî serdana kon kirin.

Di çalakiya li Hesekê de, hevserokê Meclisa Navçeya Bakur Remedan Fetah berxwedana girtiyên di zindanan de silav kir û got ku gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriyê didin berxwedana girtiyan.

Remedan bal kişand ser berxwedana Heftanîn, Eyn Îsa û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destnîşan kir ku tevahî pêkhateyên herêmê Ereb, Kurd, Erman û Çerkes li dijî dagirkeran yek in.

Fetah di dawî axaftina xwe de got: "Dewletên kapîtalîst mîna dewleta Tirk dixwazin vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişkînin û hewl didin ku Rêveberiya Xweser têk bibin. Lê armanca wan tu carî wê pêk neyê ji ber ku hemû gelê me piştgiriya Rêveberiya Xweser dike." 

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo şêniyên navçeya Tirbespiyê bi durişmeyên ku banga rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û silavkirina berxwedana zindanan, berê xwe dan kon ku li parka li beramberî Komîseriya Neteweyên Yekbûyî ya Kar û Barên Koçberan hatiye vedan.

Endama Kongreya Star Buşra Ebdulbaqî axivî û diyar kir ku tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriyê didin berxwedana girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de.

Hevserokê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Ebdulrehîm Hiso, siyasetên dewleta Tirk û biryarên neheqî derbarê girtiyên siyasî di girtîgehên xwe de û ferzkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Hiso bang li sazî û rêxistinên mafên mirovan û desteyên Neteweyên Yekbûyî kir ku bi lez destwerdanê bike û dawî li kiryarên derqanûnî yên li dijî rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bîne.

Hiso soza şopandina rêya şehîdan da.

(dx)

ANHA


Mijarên Din