Li Qamişlo Dîdargeha Yekemîn a Ragihandina Nivîskî û Çapkirî lidar ket

Yekîtiya Ragihandina Azad, bi beşdarbûna bi dehan rojnameger û rewşenbîr Dîdargeha Yekemîn a Ragihandina Nivîskî û Çapkirî li hola Zana ya Qamişlo lidar xist. Di dîdargehê de ji bo pêşxistina xebatên ragihandinê pêşniyar derketin pêş.

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) li hola Zana ya bajarê Qamişlo bi amadebûna nûnerên dezgehên ragihandina nivîskî û rewşenbîran Dîdargeha Yekemîn a Ragihandina Nivîskî û Çapkirî lidar xist.

Dîdargeha bi deqeya rêzgirtin destpê kir. Paşê Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif axivî û rola ragihandinê di pêvajoya heyî de û armanca lidarxistina dîdargehê destnîşan kir.

Di dîdargehê de, du mijar hatin nîqaşkirin û semînera ku ji aliyê YRA‘yê ve hatibûn amadekirin hat dayîn. Semîner li ser dîroka ragihandina Kurdî, rewşa ragihandina nivîsî ya Kurdî li herêmên Rojavayê Kurdistanê, astengiyên ku li pêşiya xebatên ragihandina nivîskî ya Kurdî derdikevin, bû. Di mijara duyemîn de jî rewşa ragihandina nivîskî bi zimanî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dîrok û astengiyên ku li pêşiya wê derdikevin hatin şîrovekirin.

Dîdargeh bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.

Encamname wiha ye:

 "Ber bi pêşxistina ragihandina nivîskî ve. Dirûşm û armanca yekem dîdargeha ku yekîtiya ragihandina azad, li bajarê Qamişlo-hola Zana, di roja Înê de 21-6-2019'an lidar xist.

Dîdargeh, bi amadebûna nûnerên dezgehên ragihandina nivîskî û nivîskaran, rojekê berdewam kir û li ser du teweran hat dabeşkirin:

- Ragihandina nivîskî ya bi zimanê kurdî.

- Ragihandina nivîskî ya bi zimanê erebî.

Di pêvajoya dîdargehê de şeş semîner li ser dîrok, rewş û astengiyên li pêş ragihandina nivîskî hatin pêşkêşkirin û li ser wan gengeşe hatin kirin.

Di encama semîner û gengeşeyan de û ber bi pêşxistina ragihandina nivîskî de gerek e:

-Em guh bidin belavok û kovarên zarokan yên bi zimanê wan, her wiha malbat, weke yekîneya sereke berê zarokên xwe bide xwendinê.

-Ji saziyên pêwendîdar, di destpêkê de ji Rêvberiya Xweseriya Demokratîk tê xwestin ku piştgiriya rojname û kovaran bikin.

-Ji partiyan ku di danûstandinên xwe yên fermî de zimanê xwe yê dayîkê bikar bînin.

-Pêwîst e ferhengeke taybet bi têgehên ragihandinê were amadekirin.

-Pêşxistina çanda xwendinê û piştgiriya avakirina pirtûkxane, çapxane û weşanxaneyan.

-Parastina mafê nivîskar û rojnamevanan.

-Danîna yasayên pêwîst, bi armanca piştgiriya ragihandina nivîskî.

-Pabendiya bi pîvanên nivîsandinê yên sereke.

-Di zanîngeha Rojava de beşekî taybet bi ragihandinê bi zimanê kurdî were damezirandin.

- Avakirina pirên têkliyê di nav saziyên rojname û kovaran de, her wiha bi saziyên gel û civakên din re."

ANHA


Mijarên Din

Ebdî, Boris pîroz kir