Li Qamişlo cenazeyê zarokeka ku gurçikên wê derxistîbûn, hat ditîn

Li gundekî girêdayî Qamişlo cenazeyê zarokeka (5) ku gurçikên wê derxistibûn, hat dîtin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

Şêniyên gundê Um Firsan ê rojhilatê bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê cenazeyê zaroka bi navê Îman Şeban Şibat (5) di 20’ê meha Tebaxê de li aliyê başurê gund, dît.

Li gor agahiyan zaroka bi navê Îman piştî gurçikên wê hatine derxistin jiyana xwe ji daye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Qamişlo diyar kir ku hêzên wan yekser dest bi lêpirsînan kirine û lêkolîn li ser kesên ku sûc kirine dane destpêkirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din