Li Qamişlo bi merasîmeke heybet şehîd Yilmaz Şero hate oxirkirin

Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo şehîd Yilmaz Şero bi meresîmeke girseyî sipart axê û şêniyên herêm biryardariya xwe bi şehîdan re anîn ser ziman û helwestên xwe li hember êrişên dagirkeriyê nîşan dan

Duh balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk li çerxerêya gundê Til Ceman ê Girkê Legê yê kantona Qamişlo, erebeyek bombebaran kir, di encamê de hevserokên Nivîsgeha Dad û Çeksaziyê, Zeyneb Mihemed û Yilmez Şero şehîd bûn. Şêniyên kantona Qamişlo di kesayeta şehîd Zeynep û Yilmaz de soza xwe nû kirin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/09/28/172546_beda-emn-1.jpg

Şêniya Qamişlo Bedîa Emîn da zanîn ku bila Erdogan baş bizane bi van êrişên xwe nikare vîna welatiyan bişikînin û wiha got: “Bi şehîdxistina pêşengên civaka me Zeynep Mihemed û Yilmaz Şero em tu caran gavê paş de naavêjin. Em bi şehîdan pêş dikevin her şehîdek me çêdibe em hîn xurtir dibin. Em ne kurdên berê ne, em jin ne jinên berê ne. Me ew zincîra koletiyê bi fikir û felsefeya rêber Apo qetandiye. Bi me jinan mabe, em ê ala Kurdistanê bidin destê rêber Apo û bilind bikin. Ger Erdogan xwe wisa jêhatî dibîne bila biçe li hember şervanên YPJ’ê û YPG’ê şer bike, wê demê em binêrin; ‘kî berx e û kî beran e’. Bi lîlandinên me dayikan mabe, em ê bi ser bikevin û em ê Erdogan bi bin bixin.”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/09/28/172613_miyedn-hesen-1.jpg

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mihyedîn Hesen diyar kir ku êrişa li ser Zeynep Mihemed û Yilmaz Şero pêkhatî, ne cara yekem e û wiha got: “Em careke din kiryarên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin. Bila dijminê me baş zanibe em bi şehîdan tu caran gavan paşde naavêjin, berovajî em hîn bi hêz dibin û em bi şehîdan jî tune nabin. Xwedî derketina gelê me ya li şehîdên xwe nameyekê dide dijmin, şehîdek me çêdibe bi sedan dikevin li şûna şehîdan û ala şehîdan bilind dikin. Îro ev destkeftî bi xwîna van şehîdên me tên parastin. Bila dijmin baş bizane, çi bike bila bike em ne ji gef û êrişên wan ditirsin û ne em gavan paşde davêjin. Serkeftin wê her bibe ya gelê me.”

Mihyedîn Hesen anî ziman ku bila gel û dijmin baş bizane ev pergala Rêveberiya Xweser mîna kelemekê di çavê dijmin re diçe û wiha dawî li gotina xwe anî: “ Wê ev kelem her di çavê dijmin de be. Em weke malbatên şehîdan em soz didin şehîdên xwe em ê heta dawî şopdarên rêya şehîdên xwe bin. Ger di vê rêya rûmetê de canê me jî biçe, em tu carî poşman nabin.”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/09/28/172706_ziheya-celod-1.jpg

Li ser navê eşîra Şerabî Ziheya Celod axivî ku ew şêniyên bajarokê Til Hamis in û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û wiha got: "Gelê me xwedî taybetmendiyeke aştiyane ye, em û Rêveberiya Xweser yek in. Dewleta Tirk zarokan û rêveberiyên saziyan hedef digire, ji ber ku banga biratiya gelan dikin. Em heta dawî li pey şopa şehîdanê xwe ne.”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/09/28/172641_sureya-cuma-1.jpg

Welatiya bi navê Sureya Cuma ji Qamişlo wiha got: "Em îro hatine goristana şehîdan, ji ber ku gelek şehîdên me yên bi qedir û qîmet me sipartine vê axa pîroz. Îro em şehîd Zeynep û şehîd Yilmaz oxir dikin. Em dibînin dewleta Tirk û hevalbendên wê alîkariyê didin çeteyên DAIŞ’ê. Dewleta Tirk dixwaze îradeya gelê me bişikîne.  Lê îrada me bi van êrişan naşike, ji ber ku em xwedî fikir û felsefeyekê ne. Her yek ji me şehîd bibe jî, em ê bi kar û xebeta xwe ji êrişên dijmin re bibin bersiv. Soza xwe nû dikin û li ser rêya şehîdan in.”

Sureya Cuma, şehîd Yilmaz û Zeynep karekî însanî dikirin û wiha dest bi axivitina xwe kir: “Dewleta tirk bi hedef girtina rêveberiyên me, dixwaze me jî hedef bigre. Banga me ji qada navnetewî re ew ku ger dibêjin em behsa mafê microvan dikin, lê weke em dibînin tiştek wiha tune. Hêzên hegmon li ser  axa me  îro jiyan dikin, ji bo berjewendiyên xwe hatine vir, ne ji bo parastina me bikin.” 

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/09/28/172558_kfo-osman-6.jpg

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Kêfo Osman jî wiha got: "Em iro di cihekî pîroz de ne û şehîdên xwe oxir dikin. Dewleta Tirk tu carî destkeftiyên ku bi keda şehîdan pêk hatine nikare têk bibe. Em ê tu caran dijmin li ser axa xwe qebûl nekin. Êrişên dewleta Tirk vê demê nameyeke ji me re ye, lê em jî bersiv didin û soz didin şehîdêm xwe wê Erdogan bi bin bikeve.  Dijmin di çiyayên azad de bi bin ketiye gerîlayên me pişta wan şikandiye.”

Kêfo Osman wiha dawî li gotina xwe anî: "Em malbatên şehîdan nameyekê didin hêzên weke Rûsya û Amerîka ku ev êriş li ber çavên wan tên kirin û wan jî çavê xwe girtine. Lê em dibêjin ka mafê mirovan. Nameya me ji Erdogan re heye ku heta em hebin em ê li ber xwe bidin û li ser rêya şehîdên xwe bin.”

ANHA


Mijarên Din