Li Qamişlo artêşa Tirk sivîlekî din birîndar kir

Ji ber berdewamiya topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Qamişlo ya herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sivîlekî din birîndar kir.

Nûçegihana me ragihand ku ciwanê bi Mihemed Ehmed El-Hemadî ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Nayif Girê yê rojavayî navenda bajarê Qamişlo, birîndar bû.

Di demeke ku hejmareke ji saziyên peywendîdar derneketiye, lê nûçegihanên me ANHA`yê ku li seran serî sînorê bi Tirkiyê re ne, piştrast kirin ku ji destpêka êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dehan sivîl birîndar bûne.

(kc)

ANHA


Mijarên Din