Li Qahîra danûstandinên Sûdanê bi awayekî erênî didomin

Hêzên ragihandina azadî û guhertinê û eniya şoreşgerî ya Sûdanê îro li Qahîra danûstandin çêkirin. Çavkaniyan tekez kirin ku danûstandin bi awayekî erênî didome.

Ajansa Sky News`ê li ser zimanê berpirsekî ji Misirê ragihand ku diyaloga li Qahîrayê di navbera hêzên ragihandina azadî û guhertinê û eniya şoreşgerî bi awayekî baş pêş dikevin.

Çavkaniyê ji Misirê tekez kir ku Qahîra hewl dide di navbera hêzên ragihandina azadî û guhertinê û eniya şoreşgerî (tevgera edalet û wekheviyê, tevgera rizgariya Sûdanê, tevgera gelêrî ya rizgariya Sûdanê beşa bakur) de lihevkirinekê çêbike.

Eniya şoreşgerî beriya ragihandina dawîn a destûra Sûdanê di 17`ê Tebaxê de, dixwaze avakirina hikumeta demkî paşde bixe heta ku lihevkirin bi eniya şoreşgerî re çêbibe û ew tev li sazumaniyên hêzên azadî û guhertinê bibe.

Li gorî vî wesîqeyê dê meclisel sivîl-leşkerî hevpar ava bibe, bi şerta ku fermendarek leşkerî meclisa ku ji 11 endaman di 21 mehên destpêkê de bi rêve bibe. piştre serokek sivîl di 18 mehên din de welêt bi rêve bibe.

(şx)


Mijarên Din