Li pêşiya Qesra Komarê ya Lubnanê pevçûn derket

Li pêşiya Qesra Komarê ya li Badeba ya Lubnanê di navbera artêş û xwepêşadaran de pevçûn derket.

Ajansa "NNA" ya Lubnanê ragihand ku derdora 20 xwepêşander li ser rêya Qesra Komarê kom bibûn, alên Lubnanê hilda bûn û dirûşmeyên şoreşê berz dikin.

Artêşa Lubnanê teqwiye zêde kir da ku rê nede ku xwepêşander zêdetir ber bi rêya Qesra Komarê ya li bajarê Badeba bi pêşde biçin.

Ajansê diyar kir ku li rawestegeha qesrê di navbera artêş û xwepêşanderên de şerê bi axaftinan derket, di encam de zehmeke mezin çêbû, ev zehme veguherî xwepêşaneke mezin.

Piştî demeke kurt, ji ber belavbûna mezin a hêzên ewlehiyê xwepêşandar derketin.

Di heman demê de xwepêşanderan li herêma "Sehet El-Nûr" ya bajarê Terablusê ya bakurê Lubnanê tevgera çûn û hatina qut kirin.

Ji 17‘ê Cotmeha borî ve li Lubnanê ji ber hilweşîna aborî û gendeliya di nava saziyên giştî de xwepêşandan têne lidarxistin.


Mijarên Din