Li pêşiya baregeha Koalîsyonê ya li Bakurê Sûriyê xwepêşandan

Bi hezaran şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş baregeha Koalîsyona Navdewletî ya li gundê Xirab Eşkê yê başur bajarê Kobanê kom bûn û xwepêşandeke der barê dûrxistina nûnerên Rêveberiya Xweser û MSD’ê ji komîteya destûra Sûriyê, li dar xist.

Bi hezaran şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş baregeha Koalîsyona Navdewletî ya têkbirina DAIŞ’ê ya bi serkêşiya DYE’yê sekinîn, da ku xwepêşandanê der heqê dûrxistina nûnerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji komîteya destûrê ya di 23’yê Îlona borî de hatibû ragihandin, li dar bixin.

Bi hezar şênî bi sedan mitre ber bi baregeha Koalîsyona Navdewletî ya li Xirab Eşkê ya li başur bajarê Kobanê meşiyan. Piştre xwepêşandan pêk hat.

Xwepêşandan bi diruşma"Destûra ku tê de beşdar nabin, li gor wê tev nagerin." Her wiha di çalakiyê de bi hezaran şêniyên herêmê ji pêkhateyên Ereb, Kurd, Ermen, Tirkmen û hwd, beşdar bûn. Şênî ji bajarên Minbic, Tebqa, Reqa, Gundewarên Dêrazorê, Girê Spî û Kobanê tev li çalakiyê bûn.

Hê jî çalakî berdewam e. Dê nûnerên Rêveberiya Xweser, MSD û Partiya Sûriyê ya Pêşerojê û rûspiyên êlan, di çalakiyê de biaxivin.

Şandeyek ji xwepêşandêran xwe amade dike ku derbasî baregeha Koalîsyona Navdewletî bibe, da ku ku nameya ku tê de helwestên şêniyên herêmê ya redkirina avakirina komîteya destûrê ya bêyî beşdariya nûnerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye, radestî rayedaran bikin.

Ev xwepêşandan der barê avakirina komîteya formekirina destûra Sûriyê ya di 23’yê Îlonê de hatiye ragihandin û nebeşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser û MSD’ê ji destûrê ye.

(fr)

ANHA


Mijarên Din