Li Pasûrê ya Amedê  ji ber teqînê 7 kes mirin

Li herêma Soravang a Pasûrê ya Amedê teqînek pêk hat. Di teqînê de 7 kes mirin. 

Li gorî ajansa Mezopotamiya  li herêma Soravang ku di navbera navçeya Pasûr a Amed û Mûşê de ye, dema kesên bi traktorê êzing dianîn de teqînek pêk hat. di teqînê de 7 kes mirine û hin kes jî birîndar bûne.

Piştî teqînê ambûlans çûn cihên bûyerê mirî û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya herêmê.


Mijarên Din