Li Parîsê êrîşeke bi kêran: 4 polîs mirin

Li paytexta Fransa Parîsê çekdarekî bi kêrî êrîşî navenda polîsan kir, di encamê de tevî êrîşkar 4 polîs hatin kuştin.

Êrîş li Mudiriyeta Polîsan a Parîsê navenda ewlekariya ya sereke di bajêr de pêk hat. Çavkaniyek ewlehî ji Reuters re eşkere kir ku tê texmînkirin kesê ku êrîş pêk aniye polîs be.

Wezîrê hundirîn ê Fransayê Christophe Castaner berê xwe da cihê bûyerê. Her wiha hêzên ewlekariyê derdora navenda polîsê girtin.

Desteya veguhestinê ya Parîsê li ser hesabê xwe ya Twitterê got stasyona mîtro ya nêzî cihê êrîşê ji ber sedemên ewlehiyê hate gitin. Ji aliyekî din ve erebeyên ambulance berê xwe didin cihê bûyerê.

(şx)


Mijarên Din