Li parlamantoya Tunisê atmosfereke bi stres heye

Ji ber gumanên gendeliyê di nava wezîrên hatine pêşniyarkirin de, li parlamantoya Tunisê atmosferek bi stres heye.

Serokê hikumeta Tunisê Hîşam El-Mişêşî di axaftina xwe ya li parlamantoyê de got, divê nehvsengiya di hikumetê de bê sererastkirin û diyar kir ku aloziya heyî dikare bê derbaskirin.

Hemwextî wê, hêzên ewlekariyê derdora parlamantoyê dorpêç kirin da ku rê li xwepêşandanên ku tê payîn li dijî hikumetê û Tevgera Nehdayê pêk bên, bigire.

(bx)


Mijarên Din