Li Pakîstanê êrîşa bombeyî: 2 kes mirin, 25 kes jî birîndar bûn

Li herêma Belûcistan a Pakîstanê di mizgeftekê de teqîn çêbû û di teqînê de 2 kes mirin, 25 kes jî birîndar bûn.

Teqîn li mizgefta Kûçlak a 20 kîlometere ji bajarê Keta dûr pêk hat. Hate ragihandin ku bombe li binê mînberê hatiye bicihkirin.

Li gorî şefê polîsan a Belûcistanê Mûhsîn Hasan Bûtt di teqînê de mele jî nav de 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn. Heta niha kesekê teqîn li xwe ne girtiye.

Herêma Belûcistan li ser sînorê Efxanistan û Îranê ye, herêma herî mezin û herî hejar a Pakistanê ye.


Mijarên Din