Li Pakistanê teqîn: 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 70 kes birîndar bûn

Rayedarên ji Pakistanê ragihand ku îro di encama teqînekw li dibistaneke olî li Bîşawerê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 70 kes jî birîndar bûn.

Li gorî Reutersê berdevkê Nexweşxaneya Lady Reading got îro wan 7 kuştî û zêdetirî 70 birîndar ku piraniya wan di encama teqînê de şewitîne, pêşwazî kirine.

Berpirsekî polîsên Pakistanê bi navê Weqqar Ezîm ji AFP’ê re piştrast kir ku teqîn, di dema dersa Quranê de bi rêya çanteyekî pêk hatiye û di encamê de gelek şagirt hatin kuştin û birîndar bûn.

Piştî çend mehan ji aramiyê li Pakistanê, vê teqînê rû da. Bajarê Bîşawar ê li bakurê welêt par rastî êrişên rojane dihat, beriya ku rewşa ewlehiyê baş bibe.

(şx)


Mijarên Din