Li Pakistanê teqîn: 4 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku li Pakistanê, erebeyeke bombebarkirî teqiya. Di encamê de 4 kes hatin kuştin.

AFP`yê ku agahiyên xwe dispêre polîsa xwecih a Pakistanê, li benda kontrolê ya polîsê li sûkeke bakur rojavayê Pakistanê, erebeyeke bombebarkirî teqiyaye. Di encamê de 4 kes hatine kuştin.

Li nêzî bajarê Data Xîl ê herêma Wezîrstanê, di teqînekê de 2 leşker, polîsek û sivîlek hatin kuştin.

Li gorî AFP`yê, rayedarekî polîsa xwecih yê bi navê Resûl Draz gotiye: “Xwekujiekî erebeya xwe li benda kontrolê teqandiye. Xuyaye ku wî xwestiye derbasî aliyê din ê bendê bibe. Lê dema polîsan ew sekinand ji bo ku erebeya wî kontrol bikin, erebeya xwe teqand. Di encamê de 5 kes birîndar bûn.”

(dm/şx)


Mijarên Din