Li Pakistanê ji ber êrişa xwekujî bi kêmanî 8 kes mirin

Li Ketta ya paytexta herêma başur rojavayê Pakistanê êrişeke xwekujî pêk hat û di êrişê de herî kêm 8 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê xwekujekî civîneke olî kir hedef û li benda kontrolê ya polîsan hate rawestandin. Hate ragihandin ku xwekuj li vê derê êleka bombeyî ya li xwe pêçayî teqand.

Hate diyarkirin ku di teqînê de 2 jê polîs herî kêm 8 kes mirin û 23 kes birîndar bûn.

Heta niha kesekê êriş li xwe ne girtiye.

 

 


Mijarên Din